Xwendekarên Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Xwendekarên wargeha penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku wê bi hêzkirin û bilindkirina têkoşîna xwe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û bi awayek fizîkî wî azad bikin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr – Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployek navdewletî de hat girtin û 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de li girava Îmraliyê tê girtin. Du sal in jî tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ye. Ji bo şermezarkirina komployê gelê Kurd û dostên Kurdan li ser lingan in û çalakiyên xwe berfireh dikin. Xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Em komploya navdewletî şermezar dikin’

Xwendekara bi navê Înana Yeman da zanîn ku roja 15’ê Sibatê ji bo xwe weke rojek reş dibîne û wiha got: “Em roja 15’ê Sibatê weke roja reş dibînin, ji ber ku di wê rojê de Rêberê me bi komployek navdewletî hat girtin. Dewleta Tirk her dem dixwaze çanda me ala me, gelê me û hunera me ji holê rake û asîmîlasyonê di nava gelê Kurd de pêk bîne û me tune bike. Em bi bawerî û fikrên Rêberê xwe  di nava têkoşînê de ne û heta em rêberê xwe bi awayek fizîkî azad nekin, wê têkoşîna me berdewam bike. Wê tu carî daxwaza dewleta tirk a ji bo tunekirinê pêk neyê. Mixabin di roja 15’ê Sibatê de Rêberê me bi komployek navdewletî hat girtin, em ê vê komployê vala derbixin.”

‘Tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinên Kurd e’

Xwendekara bi navê Amara Unver jî destnîşan kir ku tecrîda girankirî li ser tevayî jinên Kurd e û wiha got: “Di 15 Sibata sala 1999’an de Rêber Apo bi komployek navneteweyî dil hat girtin, komplogeran di wê rojê de xwestin Kurdan ji holê rakin. Bû 25 sal Rêberê me di nava tecrîdeke girankirî de bi tena serê xwe li girava Îmraliyê tê girtin û ev du sal in bi tu awayî em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ev tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî jinan e, ji ber ku Rêber Apo gelek girîngî daye jinan. Em jî weke jinên ciwan têkoşîna xwe zêdetir bi hêztir bikin. Banga min ji bi hemû jinên ciwan ew e ku em têkoşîna xwe hevpar bikin û vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin, Rêberê xwe bi awayekî fizîkî azad bikin.”

‘Divê em têkoşîna xwe xurt bikin’

Xwendekara bi navê Şîlan Bulut jî banga xurtkirina têkoşînê kir û got: “Ev bû 25 sal Rêberê me li girtîgeha Îmraliyê ye. Weke gelê Kurd û jinên ciwan bi yekitiya xwe, ji bo vê tecrîda girankirî bişkênin û bi awayek fizîkî azad bikin divê em çalakî û têkoşîna xwe hîn zêdetir xurtir û bilintir bikin.”