Xwendekarên Mexmûrê: Hûn ne bi tenê ne

Xwendekarên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî êrîşên jehrîkirinê yên li dibistanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin şermezar kirin, bi pêyama “Hûn ne bi tenê ne” banga piştevaniya bi xwandekaran re kirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ket meha xwe ya 8’emîn. Bi taybetî jinên pêşengên serhildanê, hemû beşên civakê bûn hedefa dewleta Îranê. Ji polîtîkayên girtin, îşkence, desteserkirin, qetilkirin û cezayên giran ên li dijî tepisandina serhildanê bigre, heta polîtîkaya jehrîkirina xwendekarên jin bi gaza kîmyewî jî xistin dewrê. Hikûmetê der barê jehrîkirina ku ji meha Kanûnê vir ve zêdetirî 7 hezar xwendekar jê bi bandor bûne û bûye sedema mirina 4 xwendekaran daxuyaniyeke zelal nade.

Xwendekarên li wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmurê êrîşên jehrîkirina xwandekarên  li Îran û Rojhilatê Kurditanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo jinên ciwan ên ku li ber xwe didin anîn ziman.

‘Bûyerên jehrîkirinê şerma mirovahiyê ye’

Çîdem Oren ku yek ji xwendekarên dibistana amadeyî ye, bûyera jehrîkirina xwendekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan berxwedanek mezin tê kirin. Ya ku pêşengiya vê berxwedanê dike jin e. Mxabin ev bûyera jehrîkirina xwendekaran a ji aliyê Îranê ku çêdibe şermezariyeke, taybet jî şermeke cîhanî û mirovahî ye. Pêwîst e kesên agahiya wan ji vê yekê çêdibe bi taybetî jî yên ku çavên xwe lê digrin bêdeng nemînin ji ber ku ew jî dibin şirîkên vê lîstika wan a qirêj. Lewra banga me ji kes û saziyên ku dibêjin em parastina mafên mirovan dikin ew e ku li hemberî van bûyerên jehrîkirinê yê her roj zêdetir dibe bêdeng nemînin. Weke xwendekarên Mexmûrê em piştevaniya xwe bi xwendekarên li Rojhilat û Îranê re tînin ziman û dibêjin ‘Em li gel we ne’ û berxwedana wan a 7 meh in didome silav dikin.”

‘Hûn ne bi tenê ne’

Roj Yildiztan jî bal kişand ser armanca van êrîşên ku piranî li hemberî xwendekarên jin tên kirin û wiha berdewam kir: “Li Rojhilat piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serhildanek mezin hat destpêkirin. Piştî ev serhildan destpê kir şûnde bûyerên jehrîkirina xwendekarên Rojhilat û Îranê ket rojevê. Em van bûyeran tenê di şexsê xwendekarên wê derê de nagrin dest. Ev êriş li dijî tevahî jinan e. Dixwazin bi vê êrişê hêz û berxwedana jinê têk bibin. Ji dema ku mêr bi pergala baviksalarî êrişî destkeftiyên jinan kir heya roja me êrişên li dijî jinan didome. Ev buyerê jehrîkirinê jî yek ji wan êrişan e. Em li ser nûçeyan êriş û zextên hikumeta Îranê yê li ser jinên li Rojhilat û Îranê dibihîsin. Lewra wek xwendekarên jin ên Mexmûrê em ji bo jinên Rojhilat û Îranê bi taybetî ji xwendekarên wê derê de dibêjin ku ‘Hûn ne bi tenê ne’. Heya misogerbûna azadiya jinê em ê li her deveran dirûşma Jin, Jiyan, Azadî jiyanî bikin.”