Xwendekarên Kobanê dibistan boykotkirin: Em zimanê xwe dixwezin
Bi hezaran ji şagirt û xwendekarên bajarê Kobanê li dijî biryarên hikumetê yên li ser zimanê Kurdî, sala xwendinê ya 2026-2027 boykotkirin.
Kobanê – Hêrs û nerazîbûna gelê Rojavayê Kurdistanê ya li dijî biryarnameya hikûmeta demkî li Sûriyeyê a li ser pergala xwendin û fêrbûna bi zimanê Kurdî dewam dike. Hikumeta demkî di 27’ê Tebaxê de biryarnameya di derbarê rewşa xwendinê û zimanê Kurdî raghand ku zimanê Kurdî weke zimanekî netewî dê di tevahî metiryalan de cih bigre. Lê wê çawa bigre, li gor biryarnameyê dê hefteyê 3 seat waneya zimanê Kurdî hebe û hin waneyên din li gor daxwazên xwendekaran dê wergerin Kurdî yan Erebî.
Bi van biryaran re ev zêdetirî hefteyekê ye ku li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê berz dibin. Lê îro bi taybet ku roja yekemîn ji sala xwendinê a 2026-2027, xwendekarên Kobanê li gel malbatên xwe bi yek biryarê ji pola yekê heta pola 12'emîn xwendin bi temamî boykot kirin.
Di vê çarçoveyê de ajansa me berê xwe da dibistana şehîd Hogir ku li wir şagirtan bi çalakiyekê boykotkirina xwendinê raghandin.
‘Ji bilî zimanê Kurdî em tu zimanan napejirînin’
Hingivîn Mûsa dibêje ku ew zimanê Erebî napejirînin û wiha helwesta xwe bilêv kir: “Ji refa yekê û heta niha ez bi zimanê Kurdî dixwînim û armanca min ew e ku ez heta bi qonaxa zanîngehê beşa mafnasiyê jî wiha dewam bikim. Em xwendekar red dikin ku metiryalên me veguherînin zimanê Erebî û heta 3 seat ji bo zimanê Kurdî têrê nake û nabe jî. Ji xwe eger metiryalên me li gor hikumeta demkî bin, waneyên me hemû wê werin guhertin. Zimanê Kurdî nasname û hebûna me ye, ji ber vê jî em ê nexwînin heta zimanê me misoger bibe.”
‘Em êdî nayên dibistanê heta zimanê me misoger nebe’
Bêrîvan Xelîl jî tekez kir ku ew êdî naxwînin heta zimanê wan misoger nebe û wiha got: “Nifşê me çavên xwe li ser xwendin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî vekir. Ji ber vê jî nayê qebûlkirin ku li şûna Kurdî Erebî were ferzkirin. Kurdî zimanê me yê dayîkê ye, ji ber vê jî em îro radgihînin ku êdî nayên dibistanê heta ku pergala me ya xwendinê ne bi ziman, çand û dîroka me ya Kurdî be. Çima mafê zarokên Ereb heye ku bi zimanê xwe bixwînin, çima yê me Kurdan tune ye?