Xwendekarên Helebê ji bo zimanê xwe meşiyan

Xwendekar û mamosteyên bajarê Heleb-Şehbayê bi dirûşma "Parastina ziman misogeriya pêşerojeke azad e" roja zimanê dayikê ya cîhanê pîroz kirin.

Heleb - Li tevahî cîhanê 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanê ye. Ev roj ji mezinan bigire heta biçûkan ji aliyê her kesê ve tê pîrozkirin. Li tevahî cîhanê bi yek dengî tê gotin ku ziman hebûna mirovan e. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî vê rojê hemû pêkhate pîroz dikin. Bi taybetî piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê zimanên Kurdî, Ermenî û Suryanî careke din vegeriyan dîroka xwe û şoreşa ziman ava kirin. Niha hemû zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Asur û Ermen bi zimanê dayika xwe dixwînin û hînî dîroka xwe ya resen dibin.
Bi munasebeta vê rojê mamoste û xwendekarên bajarê Heleb û Şehbayê bi meşeke girseyî û daxuyaniyê pîroz kirin.
Mamosteyên Şehbayê bi daxuyaniyekê roja ziman pîroz kirin
Bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanê, Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê, li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Bê zimanê dayikê mirov nabe xwedî maf" hildabûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê Zeyneb Ebdo ve hat xwendin. 
Ev roj roja hêzdana aştî û parastina zimanê dayikê ye
Zeyneb bi navê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê roja zimanê dayikê ya cîhanê li tevahî neteweyan pîroz kir û wiha pêde çû: "Ziman pêwîstiyek stratejîk û girîng di jiyana mirovan de ye. Ziman navgîna têgihîştina civakê ye û amûra perwerdekirina yekem e. Lê bi hatina cîhangeriyê re gelek ziman bi awayek komelgî hatin tunekirin. Li seranserî cîhanê 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanî ye û ev yek ji aliyê tevahî neteweyan ve tê pîrozkirin. Ev roj, roja hêzdana aştî û parastina zimanê dayikê li tevahî cîhanê ye û girîngiya parastina nasnameya gelan e. Lê ruxmê ku her sal ev roj tê pîrozkirin, heya niha jî gelek netewe di bin şert û mercên dagirkeriyê de ziman û çanda wan tê çewisandin, Gelê Kurd jî ji wan gelan e. Zimanê me li welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye perçekirin û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelê Kurd karibû destkeftî û zimanê xwe biparêzin û xwedî li nirxên xwe yên cîvakî û çandî derkevin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî zimanê dayikê" bi dawî bû.
Xwendekarên Helebê bi meşekê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kirin.
Bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanî xwendekarên bajarê Helebê bi dirûşma "Parastina ziman misogeriya pêşerojeke azad e" meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û pankartên bi nivîsa "Parastina zimanê dayikê, parastina civakê ye", "Zimanê me hebûna me ye", "Zimanê me nasnameya me ye" û "Ziman bingeha civakê ye" hatibû hildann. Meş li dibistana Alan Mihemed a taxa Şêx Meqsûd-Helebê dest pê kir û li hola şehîdan bi dawî bû.
Em ê ji bo ziman têkoşîna xwe mezin bikin
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rojîn Qelender roja zimanê dayikê ya cîhanê li tevahî xwendekaran pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di serî de em roja zimanê dayikê li hemû gel û neteweyan pîroz dikin. Pêwîst e em weke gelê Kurd dengê xwe bilind bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber zimanê me pirî caran rastî qirkirin û pişaftinê hatiye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî ziman, çand û hebûn, loma em ê destkeftiyên xwe bi berxwedana xwe biparêzin. Em ê ji bo zimanê xwe her têbikoşin, ji ber zimanê dayikê mafê her gelî ye ku pê biaxivin, binivîsînin û bijîn."
Em ê zimanê xwe biparêzin
Xwendekara bi navê Lîna Mihemed jî roja ziman pîroz kir û wiha pê de çû: "Ziman di jiyana me de gelek girîng û bi wate ye, ji ber ku her gel bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê me yê Kurdî her rastî êrîşan hatiye û Kurdên ku li welatên cuda dijiyan her ji bo wan qedexe bû. Em îro bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bûn xwedî ziman, loma em ê zimanê xwe biparêzin. Divê her Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve û li ku derê dibe bila bibe, bi zimanê xwe biaxive."
Meş bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.