Xwendekarên dibistanên li herêmên Cizîrê li dijî sînorkirina zimanê Kurdî rabûn

Xwendekarên dibistanên Bajarê Qamişo û Hesekê li dijî biryara hikûmeta demkî ku zimanê Kurdî bi sê waneyan sînor dike çalakiyek li dar xistin û destnîşan kirin ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî yê duyemîn dê neçin dibistanan.

Navenda Nûçeyan – Xwendekarên dibistanên Zet El-Nîtaqên û Teleb El-Ezawî ya Parêzgeha Hesekê û dibistan Ş.Jîr Qamişlo ya bajarê Qamişloya Rojvayê Kurdistanê ji ber biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya sînorkirina zimanê Kurdî bi sê waneyan helwesta xwe raber kirin û tekez kirin ku heya zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de neyê bicihkirin û weke zimanê duyemîn li Sûriyeyê neyê pejirandin, ew ê neçin dibistanan.

Xwendekarên herdu dibistanan pirtûkên zimanê Kurdî bilind kirin. Her wiha di çalakiya protestoyî de li bajarê Qamişlo li dibistana Ş.Jîr Qamişlo daxuyaniyek hat xwendin û ev tişt hat gotin: “Em weke xwendekarên dibistana Şehîd Jîr a Qamişloyê her wiha wekî leheng û ciwanên berxwedêr ên civakê, em li dijî biryara ku der barê zimanê Kurdî de derketiye radibin û vê biryarê red dikin; ji ber ku ev biryareke bêmaf e, bêdad, bêrêzî û newekheviya li hemberî gelê Kurd e.”

‘Ev biryar bêdadî û newekhevî ye’

Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Bi vê biryarê nîşan didin ku dengê xwendekaran nabihîzin, mafên wan naparêzin û pêdiviyên wan nabînin. Em ne li dijî perwerdeya bi zimanê biyanî ne, li dijî kêmkirina maf û zimanê xwe ne. Ji ber ku ziman ne tenê amûreke axaftinê ye, deng, bîr, çand û nasnameya me ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev pirs hatin kirin: “Gelo bi sê waneyên di hefteyê de wê perwerde çawa be yan jî çand û nasnameya me wê çawa bê parastin? Em tu carî qebûl nakin ku zimanê me di hefteyê de bi sê waneyan were bisînorkirin. Em mafekî taybet ji bo xwe naxwazin, tenê zimanê xwe dixwazin. Îro em ne tenê ji ber destpêkirina sala xwendinê li vir in, ji bo pirsgirêka herî mezin a gelê Kurd li vir in.”

‘Zimanê dayîkê nabe zimanê hilbijartî’

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em ne li dijî kesê ne lê belê em li dijî bêdadiyê ne. Em ne dijminê zimanekî ne, em parêzvanên zimanê xwe ne. Ji lewre em wekî xwendekarên Dibistana Şehîd Jîr a Qamişloyê li dijî vê biryarê ne; ji ber ku nabe zimanê me yê dayîkê bibe zimanekî hilbijartî. Divê ew bibe zimanê fermî yê duyemîn li Sûriyeyê, li gel zimanê Erebî be û xwendekar bi vî rengî perwerdeya xwe bibînin. Divê maf û keda xwendekarên Kurd ên ku bi salan e ji bo zimanê xwe têkoşiyane, bên parastin.”

Xwendekarên dibistana Ş.Jîr Qamişlo dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me Kurdî ye, mafê me destûrî ye” û “Derkevin, netirisin, zimanê xwe bixwazin” berz kirin.