Xwendekarên beşa Jineolojiyê: Em dixwazin civakek azad ava bikin

Li Qamişlo xwendekarên Zaningeha Rojava ya beşa Jineolojjiyê 8’Adarê li hemû jinan cîhanê pîroz kirin û diyarkirin ku ji bo avakirina civakek azad û demokratik dixebitin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê xwendekarên beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava ya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew ji bo jin ji bin navê kevneşopî û adetên zihniyeta serdest a mêr rizgar bikin tekoşîna xwe berdevam dikin.

‘Jineoloji gihîşt hemû cîhanê’

Aya Cuma  a ku tevlî şahiya 8’ê Adarê bû wiha got: “Em xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêber Apo ku ji bo nêrîna civakê ya li ser jinê biguherîne îdeolojiya azadiya jinê pêşkêşî me kiriye. Ji bo vê jî divê xwe, civaka xwe pêş bixin jineoloji baş bixwînin û baş lîkolîn bikin. Bi saya fedakariya jinan û şoreşa Rojava zanisat jin li Rojava pêş ket û gihîşt hemû cîhanê.”

‘Jin zimanê dayikê dixwîne’

Aya Cuma di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên di beşa Jineolojiyê de dixwînin mafê xwe, rola xwe nasdikin û divê beşe de nifşên nû tên perwerdekirin û wiha pê de çû: “Bi saya şoreşa Rojava jin gelek destkeftiyan bi dest xistin. Destkeftiyên herî mezin jî perwerdeya zimanê dayikê ye. Gelek zarokên keç bi zimanê dayikê zanista jinê ango Jineolojiyê dixwînin.”

‘Emê jinan ji sînordarkirinê derxînin’

Xwendekar Rose Şaro jî wiha got: “Bi ruhê 8'ê Adarê em ê hemû jinan ji bendên ku wan zincîr dike û ji mafên wan bêpar dihêle rizgar bikin. Weke xwendekarên jin ên Beşa Jineolojiyê em ji bo pêşxistina civakê dixebitin. Em dixwazin civakek azad, adil, demokratîk ava bikin ku rêzê li jinan bigire, mafên wan biparêze, rol û fedekariya wan nas bike. Beriya Şoreşa Rojava rewşa jinan gelekî cuda bû, lê bi şoreşê re jinan di qadên siyasî, leşkerî, civakî û çandî de xwe îspat kir. Divê jin zêdetir ji bo maf û destkeftiyên xwe tebikoşin bikin.”