Xwendekarên Îranê: Divê tevgerek mezintir ya civakî bê avakirin
Xwendekarên Îranê ji piştgiriya karkerên di girevê de bikin daxuyanî dan û diyarkirin ku gel êdî ne ji hikumetê, ji yên ku ji bo gel têkoşînê dikin bawer dikin û banga avakirina tevgerek mezintir ya civakî li seranserê welat kir.
Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rêxistinên xwendekar, jin û ciwanan bi daxuyaniyek hevbeş piştgirî dan karkerên ku ji roja yekem hate niha di serhildanê de cihê xwe digrin. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku karkerên di girevê de destpêkê karkerên petrol û petrokimya û karkerên ku di sektorên din de kar dikin divê demildest daxwazên wan werin bi cihanîn. Xwendekaran banga avakirina tevgera mezin ya civakî li seranserê welat kir.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bîr xistin ku divê piştgireyek baş bidin karkerên petrol, petrokimya û karkerên din û wiha dom kir:
“Em ew rêxistinên xwendekarên ji ciwanan pêktên bi karkerên li ser kar yên petrol, petrokimya û hesin re din ava hevgirtinê dene. Ji 21’ê Nîsanê heta 1’ê Gulanê wê yekineyên petrol û petrokimya dest bi gereva girseyî bikin. Heta daxuyaniya me hatî weşandin girev belavî 80 navendan bû. Gelê me êdî ne ji hikumetê, ji rêxsitinên ku ji bo wan têkoşînê dike bawer dike. Li aliyê din ev gireva belav bûye hêza gelê me ya bê hempa dide diyarkirin, di sektora petrokimya de gireva ku belav bûye tifaqa ku di rastiyê de heye, di kureyiyê de di asta herî jor de hatî garantîkirin gengaz kiriye.
Ev 7 mehe rêxistinên xwendekar, jin, ciwan û têkoşerên bajaran li beramberî komara Îslamî li dibîstan û zanînagehan her roj têkoşînê dikin û şoreşa me pêş dixin. Bibîrdixin ku em ê bi hemû karkerên petrol, petrokimya, karkerên hesin û hemû karkerên di girevê di nava hevgirtinê de bin.
Yekane çareserî, divê ji bo hilweşandina komara Îslamê bi leztir gav were avêtin
Em dibinin ku beşek mezin ya tevgerên xwendekaran, tevgerên jinên bi hêz û ciwanan li kêleka wan piştgiriya wan dikin. Tekane çareseriya rizgariya me ji qirkirin, zext û xizaniyê divê ji bo hilweşandina komara Îslamê li seranserî welat bi leztir û bi rêxistinî gav were avêtin e. Ev gav, ji bo protestoyên li seranserî welat û ji bo erka xwe dom bikin û tevgerek hîn bi hêztir ava bikin e.”