Xwendekaran li Helebceyê çalakî li dar xistin

Xwendekarên pola 12’an a amadeyî li Baxê Giştî yê bajarê Helebceyê, çalakî li dar xistin. Xwendekaran daxwaz kirin ku mafên mamosteyan bên dayîn û deriyê dibistanan werin vekirin.

Helebce- Xwendekarên pola 12’ a amadeyî li Baxê Giştî yê bajarê Helebceyê ji bo piştgiriya mafên mamosteyan çalakî li dar xistin û daxwaza mafên mamosteyan kirin her wiha ragihandin ku divê pirsgirêka mamosteyan were çareserkirin da ku vegerin dibistanê.

Daxuyanî ji aliyê nûnerên xwendekaran ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Em van rojan weke rojên ceribandina dilsoziya bi mamosteyên xwe re dinirxînin. Li vir em ji rayedarên hikûmetê re dibêjin ku divê pêşî li xwendekaran vebe û bi erka xwe rabin, mafê darayî yê mamosteyan di dema wê de bidin. Ger na divê hikûmeta Herêma Federal, berpirsyariya girtina deriyên dibistanan bigre ser xwe.”

Xwendekar Henî Behmen diyar kir ku divê zûtir dengê xwe bigihîjînin aliyên pêwendîdar û mafên mamosteyan bên dayîn da ku baykota xwe bi dawî bikin û vegerin dibistanan.

Piştî çalakiya îro ya xwendekaran, biryar hat girtin ku roja Yekşemê mamoste û fermanber û kesûkarên xwendekaran bi mebesta bidestxistina mafên xwe dakevin qadan.