Xwendekara zanîngehê Beyza Bûldag hat binçavkirin

Xwedekara Zanîngeha MSGSU’ê Beyza Bûldag, bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirina rektorê qeyûm bûye hat binçavkirin.

 
Îzmîr - Xwendekara Zanîngeha Hunerê Ciwanekan a Mîmar Sînan (MSGSU) û endama Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst (SDG) ya Stenbolê Beyza Bûldag, li navçeya Bûca ya Îzmîrê ya Tirkiyê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di dema serdegirtinê de polîsan dest danîn ser bîlgîseyar û telefona wê.   
Hat hînbûn ku Beyza li Qereqola Bûca tê girtin û li bendêye ku bibin Stenbolê.