Xwendekara Zanîngeha Sîne Sakar Emer pileya yekemîniyê girt

Xwendekara Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Sakar Emer di xwendina masterê de pileya yekemîniyê girt.

Navenda Nuçeyan– Xwendekara Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Sakar Emer Xidir di xwendina masterê de pileya yekemîniyê girt. Sakar piştî qedandina salên xwendin di Beşa Zanistê ya Kolêja Perwerdeya Biniyat a Zanîngeha Raperîn de dixebitî. Li gel xebatê amadekariyên xwendina mastirê jî dikir. Dema xwe amade dît li Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwendina mastirê kir û bi pileya yekemîniyê xwendina xwe dawî kir.
Zanîngeha Raperîn jî girêdayî serkeftina sakarê ev peyam da; “Sakar Emer Xidir li ser asta xwendevanên Îran û navdeweletî weke xwendevana herî baş û pileya yekem bi destxistî hat hilbijartin.”