Xwendekara Îranî Xezal Şahî ji ber xebatên xwe yên zanîngehê hat cezakirin

Li Îranê xwendekara zanîngehê Xezal Mesûm Şahî rastî salek û şeş meh cezayê girtîgehê di gel 3 milyon tûmen hat.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê Dadgeha Şoreş bi tewana belavbûna derewan li ser fedaya elektoronîk li ser çalakvana xwendekar, endama berê ya komeleya xwendekarên pêşketî di zanîngeha Emîr Kebîr a teknelojî de cezayê 18 mehan digel sê milyon tûmen birî.
Cezayê wê yê girtîgehê ji bo 4 salan hat sekinandin û li gorî vê dê pênc caran di navbera vê heyamê de li beşa "Pakrewanên parastina goran" bimîne û dê serdana ofîsa şopandinê bike da ku destûrê ji dadweriyê bistîne ku biçe derveyî welat.
Xezal Mesûm Şahî berê di Sibata 2020’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi tewanê propagandaya li dijî rejîmê hatibû vexwendin.
Her çend ew ji wan sûcan hatibe beraetkirin jî dîsa bi tewana belavkirina derewan li ser malperên tora civakî ku yek ji wan dema li ser Twîtterê der barê ketina balafira Ukranyayê di Çileya 2020’an de ku tê de 176 kesan jiyana xwe ji dest dabû kiribû, hat cezakirin.