Xwendekara Îranê Armîta Paver giliyê polîsê îşkencekar kir
Armîta Paver ku di dema xwendekara zanîngeha Medenî ya Tebrîzê bû ji ber beşdarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye ji dibistanê hat avêtin û girtin, piştî ku hat berdan giliyê polîsê ku di dema bin çavan de îşkence lê kiribû kir.
Navenda Nûçeyan- Xwendekar û parêzvana mafan Armîta Paver ku ji beşa Molekul û Biyo-Hucre ya zanîngeha Medenî a Tebrîz ya li Îranê hat avêtin, di roja 31’ê Kanûnê de di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X da de ragihand de rastî tundiya polîsan hatiye.
Di daxuyaniyê de, diyar kir ku dema hatiye binçavkirin polîsê bi navê Samieh Ghafouri tundî lê kiriye û Armîta giliyê sûc der barê wî polîsî de kir. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Di 1’ê Mijdarê de li odeya ku kes tê de tunebû, bi planek weşhî ku berê hatiye danîn, îşkence li min kir. Nizanim bi fermana kê heta mirinê li min xist. Tevî hevpîşeyên min tevî ku dizanin ziyanê didin min, malbata min a ku ji bo min ketine nava fikaran, li ber girtîgehê heta nîvê şev diman; bi gotina em dizanin înkar kirin, gaza dijwar avêtin û gef lê xwarin û xwestin belav bikin. We qet ne di fikirî ezê rojekê li pişt wan têlan zindî derbikevim û gilî bikim?”
‘Encam çi dibe bila bibe ji bo min serkeftin e’
Encama vê dozê çi dibe bila bibe, ji bo min serkeftinek eşkere ye. Ger biryara der barê Samieh Ghafourî derbikeve, ev belgeyek eşkere ya îdiaya ku fermana vê îşkenceyê rast e. Ger der barê Samieh Ghafourî de derbikeve ev e jî ji bo pergal şopên xwe jê bibe di mijara ku hêza xwe feda bike de tê wateya bêhempa ye.”
Çi bûbû?
Xwendekara beşa Molekul û Biyo-Hucre ya zanîngeha Medenî ya Tebrîzê Armîta Paver di 9’ê Mijdara 2022’an de bi hinceta ‘di protestoyên li dijî hikumetê de cih girtiye’ hatibû girtin û bi kefaletek zêde bi demkî hatibû berdan. Armîta Paver di 28’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nameya ku ‘lêborîn û poşmaniyê’ ji aliyê daraza hikumeta Îranê ve lê hat ferzkirin nenivîsand cara duyemîn hat girtin. Armîta Paver di Kanûna 2023’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve ji sûcê ‘heqaret li Hamaney’ kiriye 7 meh û 10 roj, ji sûcê ‘li dijî komera Îslamê propaganda’ 15 meh û rojek cezayê girtîgehê lê birî. Armîta di 12’ê Kanûna 2024’an de ji ber cezayê wê xilas bû hat berdan.