Xwendekar û ciwanên Efrînê li dijî gefan meşiyan
Xwendekar û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrînê li hemberî gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakûr-Rojhilata Sûriyeyê û taybetî ser kantona Şehbayê meşiyan.
Şehba - Xwendekar û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrînê li hemberî gefên dewleta tirk a dagireker ên li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê û tayîbetî li ser Şehba meşiyan. Di meşê de pankartên weke "Bi rihê berxwedana serdemê em ê tekez Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya tirk birûxînin" û "Meşa rûmetê li dijî îxanet û dagirkeriyê" hatin hildan. Meş ji destpêka navçeya Ehdas despêkir li parka navçeyê bidawî bû û xwendekar Hêva Haşim li ser navê xwendekaran axivî.
Hêva Haşim da zanîn ku ew weke xwendekarên Şehbayê dê li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û got: "Armanca me ya beşdarbûna meşê ewe ku em helwesta xwe li hember gefên dewleta tirk nîşan bidin. Em ê li hember gefên dewleta tirk a dagirker her tim serî hildin. Em weke xwendekarên şoreşger her tim li ser piyanin û bi hêza ciwanên şoreşger dewleta tirk a dagirker wê têk biçe. Ji ber em şagirtên Rêber Apo ne, bi xwe bawerin û bê rawestanin. Em xwendekarên Efrînê bi coşa serfiraziyê ku carek din vegerin cih û warên xwe têkoşînê didin. Armanca dewleta tirk a dagirker ewe me ji Şehbayê jî koçber bike, vê yekê jî weke şerê taybet li ser me dide meşandin. Emê tu carî vê yekê qebûl nakin û bi şerên dijmin bandor nabin."