Xwendekar Somiya Dostî hat girtin

Ji hêla rejîma Îranê ve pêkutî, binçavkirin û girtinên li dijÎ xwendekaran didome. Somia Dosti ya li zaningeha Khaja Nasir dixwend hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir didome. Li aliyek din êrişên rejîmê ya li dijî gelek beşên civakê didome. Bi taybetî pêkutiyên li dijî xwendekaran her ku diçe zêde dibe. Hat zanîn ku Somia Dosti ya xwendekara beşa matematîkê ya zaningeha Khaja Nasir bû, hat girtin.

Heya niha jî nehat zanîn ku Somia Dosti ya piştî binçavkirinê hat girtin, birine ku derê.