Xwendekar bi serhildana Jînayê têkoşîna xwe didomînin

Li Îranê xwendekarên ku pêşengên serhildana gel a "Jin, Jiyan, Azadî" ne, têkoşîna xwe ya li dijî hikumeta Îranê diomînin.

ATÊFE MERÛFÎ

Tehran – Xwendekarên Îranê bi şêwazên cuda, têkoşîna xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê didomînin. Di nava zanîngehên li Îranê de, zanîngeha ElameTebatebayî ya li Tehranê her dem dibe cihê çalakiyên xwendekaran. Ji ber wê jî hêzên leşkerî yên Îranê bi qedexeyan hewl didin pêşî li xwendekaran bigrin lê ne dirûşmên li ser dîwaran kêm dibin, ne dengê xwendekaran tê birîn ne jî dawî li çalakiyan tê.

Ji rojên destpêka serhildana Jînayê ve, xwendekar li zanîngehên Îranê bertekên xwe bi komî tînin ziman û hejmareke zêde ji wan şêwazên cur bi cur çalakiyan li dar dixin.

Ajansa me bi çend xwendekarên vê zanîngehê re axivî û wan der barê çalakiyên xwe û hêzên Îranê de agahî dan.

‘Hêzên leşkerî nikaribûn mudaxele bikin’

Fatima yek ji xwendekarên zanîngeha Elamê der barê kombûnên dijber ên li zanîngehê de dibêje: “Di destpêka sala xwendinî de, hevdem bi kuştina Jînayê, me bi nivîsandina dirûşm û avêtina wan dest bi xwepêşandanê kir. Di navbera xwendekaran de ahengek hebû, min û çend kesên hevalên min, me bi şev li ser pîneke spî bi rengê sor dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsand û roja din me li nav xwendekarên ku di civînê de bûn belav kir. Hinekên din jî li ser kaxezan dirûşm dinivîsandin. Di rojên destpêkê yên kombûnan de bi piranî jinên ciwan tevli kombûnan dibûn lê di demeke kurt de piraniya xwendekaran tevli xwepêşandanan bûn. Ji ber ku hêzên leşkerî nikaribûn bikevin nava zanîngehê, ji bo tepeserkirina kombûnan, Besîciyan û hêzên bi kincên nehênî diketin hundirê hewşa zanîngehê da ku kombûna me asteng bikin lê dema ketina wan, em belav nedibûn, me bi dengekî bilindtir dirûşm diqîriyan.”

‘Bi domandina çalakiyan em ê bigihîjin armancên xwe’

Êlahe xwendekara zanîngeha Elamê ye, der barê tepeserkirina xwendekaran û fişarên hêzên parastinê de dibêje: “Piştî demekê çalakiyên me berdewam kirin, li cem hêzên parastinê lîsteyên dirêj ên xwendekaran, bêyî ku deng ji komîteya ênzibatî were girtin hebûn û xwendekarên ku navên wan di vê lîsteyê de hebûn, nedihiştin bên zanîngehê. Her wiha ji bo bi dehan xwendekaran, biryarên dersînorkirin, darvekirin û qedexeya ketina cihê razanê û hewşa zanîngehê hat dayîn.Tevî ku piştî dijberiya xwendekaran ji bo biryarên komîteya Înzibatî hinek ji van biryaran siviktir bûn lê bi hevkariya parastgeha zanîngehê û radestkirina navan ji bo saziyên ewlehiyê, dosya hat vekirin. Di vî halî de vê mijarê tu awayî bandor li ruhê me yê têkoşînê nekir û em hê jî li benda destpêkirina çalakiyanan in, em dizanin ku bi domandina çalakiyan em ê bigihîjin armancên xwe."

‘Bi lîsteya di destên xwe de li navan dinêrin û wisa dihêlin em bikevin zanîngehê’

Xwendekara zanîngeha Elame Telatebayî ya ku nexwest navê xwe bibêje, der barê rewşa niha ya zanîngehê de wiha got: “Di çend rojên pêş de xwendekarên zanîngoka hunerê beşdarî kombûnê bûn. Niha jî her roj dema em dixwazin bikevin zanîngehê, hêzên parastinê pêşî li me digrin û piştre li navê me û yên di lîsteya di destê xwe de dinêrin ji bo ku bizanibin destûra derbasbûnê ji bo me heye yan na. Ji derveyî awayekî din, dibêjin destûra çûyîna we tune ye û divê em li bendê bin heta li aliyê komîteya Înzibatî ve telefon were da ku doza ji me re vekirine bişopînin. Di rojên derbasbûyî de hêzên parastinê xwendekarên ku bê hicaba mecbûrî li hundirê zanîngehê bûn bi riya dûrbînan hatine şopandin ji komîteya Înzibatî re tên nasandin. Li xewgehê jî çend jûrgeh bi hinceta nivîsandina dirûşman an jî ji ber qedexeya derbasbûna xwendekaran hatine girtin. Niha li xewgehê em ji paceyên odeyan dirûşim diqîrin û li gelek deran dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye nivîsandin."