"Xwedîderketina li nirxê şoreşê erkê her jinekê ye"

Yekîtiya Rewşembîran a herêma Cizîrê komcivînek li ser sê beşan şoreşa Rojava, êrîşên ser Rojava û parastina nirxên şoreşê li dar xistin.

Hesekê- Ev 10 sal in şoreşa Rojava hatiye li dar xistin. Bi destxistina gelek deskeftiyên pîroz ku bi keda pakrewanan hate kirin îro rastî gelek êrîşan tê, li hember van êrîşan gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin û bi israrin ku xwedî li nirxê şoreşê derkevin.Îro Yekîtiya Rewşembîran a Herêma Cizîrê komcivînek derbarê Şoreşa Rojava, êrîşên ser deskeftiyên Rojava û parastina nirxê şoreşê li hola Xeyma ya  navçeya Til Temir a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Di komcivînê de Endam û Rêvberên yekîtiya Rewşembîran şaxê Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişlo amade bûn.
Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Rewşembîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêyî ve wiha hat kirin: "Şoreşa Rojava ji bo hemû pêkhate û hemû cîhanê  şoreşek balkêş bû, di vê şoreşê de her kes doza mafê xwe yê jiyanî kir ku parastina ziman û hebûna xwe bike û li dijî sîstemên desthildar ên ku gelan dide fetisandin derketin û bi hilbijartina pirojeya Netewa Demokratîk gelek deskeftî bi ked û xwîna zarokên vê xakê ên şehîd hate bi dest xistin. Ev 10 sal in şoreş li dar e, lê ji ber ku deskeftiyên vê şoreşê xeterî li ser sîstemên desthildar e, di roja me ya îro de gelek êrîş li ser tên kirin. Niha êrîşên dagirkeriya tirk li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê , qutkirina avê, qutkirina çemê firatê hemû jî bi armanca binxistina deskeftiyên şoreşê ye. Dijmin îro bi hemû rêbazan dixwaze îradeya ku di vê şoreşê de hatiye avakirin bişkîne. Em ê çawa bikaribin parastina nirxê şoreşê bikin ? Em ê bi yekîtiya xwe, bi pêşxistina jiyana hevbeş dikarin çareseriya bingehîn bibînin û li hember kiryarên dijmin derkevin."
 "Bi parastina nirxê şoreşê em ê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin"
Hevseroka Yekîtiya Rewşembîran a Herêma Cizîrê Enahîta Sîno tekez kir ku parastina nirxê Şoreşê erkê her jinekê ye û wiha pêl da gotina xwe: "Şoreşa Rojava û deskeftiyên wê bi ked û fedekariya jinan hate bi dest xistin. Ji bo wê îro erkê her jinekê ye ku xwedî li nirxê şoreşê derkeve. Dema em îro dibêjin xwedîderketina li deskeftiyên şoreşê tê wateya ku xwedîderketina li xak, zimanê dayikê, çand û hebûnê ye. Îro her pêkhate li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dibîne ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şenseke mezin da û dibe ku em xwedî li vê şensî derkevin. Di aliyekî din de xwedîderketina li deskeftiyên şoreşê xwedîderketina li fikir û felsefeya Rêber Rêber Apo ye. Em bang yekîtiyê dikin da ku em bi hev re deskeftiyên Şoreşê ji dagikerî û êrîşan biparêzin."
Komcivîn bi niqaşên li ser parastina nirxê şoreşê bi dawî bû.