"Xwe rêxistin kirin bersiva ferman û dagirkeriyê ye"
Jinên ku beşdarî konferansa 4'emîn a Yekitiya Êzidiyên herêma Efrînê bûne wiha dibêjin: "Em ê xwedî li ola Êzidî derbikevin. Xurtkirina rêxistina me bersiva herî mezin e ji ferman û dagirkeriyê re."
HESNA MIHEMED
Şehba - Bi diruşma "Bersiva komkujiya Şengalê û dagirkirina Efrînê xurtkirina rêxistina me ye" Yekitiya Êzidiyên herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê konfransa xwe ya 4'emîn li hola navenda çand û hunera navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê li dar xist. Di konfransê de 400 delege tevli nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Hola konferansê bi wêneyên pakrewanên komkujiya Şengalê fermana qirkirina Êzidiyan hatibû xemilandin.
Konfransê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre lavayên olî yên civaka Êzidî hatin xwendin. Persbektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Şengalê û parastina ola xwe ji qirkirinê ji aliyê mamoste Sêvîn Hiso ve hat xwendin. Di konfransê de gelek axaftin hatin kirin di gotinan de bal hat kişandin ser pêkanîna fermana 74’an ku bi destên DAIŞ'ê li ser civaka Ezidî li Şengalê pêk hatiye û armanca qirkeran ji van fermanan ew ku dixwazin koka civaka Êzidî tune bikin. Her wiha sînevîzyon li ser Şengalê û fermana 74'an hat pêşkêşkirin. Endam û Rêveberên ku beşdarî konferansê bûn nêrînên xwe parve kirin.
"Êzidî tu car nayên tunekirin"
Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya bajaroka Til Rifetê ya Kantona Şehbayê, Henenê Nesiro bal kişand ser roja reş ku li ser civaka Êzidî hat ferzkirin û wiha got: "Em derbasî vê konfransê bûne bi hêvî ne ev konfrans bibe konfransa serkeftinê. Ev roj roja reş li ser civaka Êzidiyan re derbas dibe. Em bi hêvî ne sala bê ev roj roja aştî û aramiyê be. Armanca me ya sereke ewe ku Rêber Apo azad bibe û axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Ji mafên me yên rawa ye ku li ser vê erdê bi aramî em bijîn. Em Êzidî hene û em ê her hebin û tu carî koka me nayê qutkirin."
Endama Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava Zeyneb Merko lidarxistina konfransê pîroz kir û ev tişt got: "Em vê konfransê li tevahî gelê Kurd bi taybetî Êzidiyan pîroz dikin. Roja 3'yê Tebaxê roja qirkirina gelê Şengalê bû me jî xwest di vê rojê de konfransa xwe li dar bixin ji bo ku bibin bersiv ji dagirkeriyê re. Xurtkirina rêxistina me wê bibe bersiva herî xurt ji fermanên qirkirinê û dagirkeriyê re. Em soz didin pakrewanên xwe ku em ê her xebatên xwe li ser şopa wan bidomînin û xwedî li destkeftiyên ku bi destxistine derbikevin."
"Em ê xwedî li ola xwe derbikevin"
Rêvebera Yekitiya Êzîdiyên bajarê Helebê Raniya Cefer fermana ku Şengal hedef girtiye bi bîr anî û wiha got: "Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û li ser gelê Şengalê ferman dan meşandin. Di wê fermanê de hat bi hezaran kes hatin qetilkirin, revandin, şewitandin, tecewizkirin rastî hemû kiryarên dijmirovî hatin. Em wek jinên Êzidî xwedî li ola xwe derdikevin û wê ji qirkirinê diparêzin. Banga me ji rêxistinên mafên mirovan êm navneteweyî û dewletên Ewropayê re heye ku çavên xwe li ser komkujiya Şengalê vekin û xwedî helwest bin. Divê em hezkirin û rihê wekheviyê di nav civakê de bidin avakirin da ku em li dijî dagirkeriyê bisekinin."