Xortekî jinek Sûriyeyî li Urdinê qetil kir
Bûyera qetilkirina jineke bîst salî bi destê xortekî ku red kir ku pê re bizewice, gelê Urdinê rakir ser piyan.
Navenda Nûçeyan- Di 10'ê Kanûnê de, asayişa Urdinê termê jina Sûriyeyî Meryem Mihemed Hemdo ya 20 salî li nêzîkî otobusan li taxa Eşrefiyê li paytexta Urdun, Emmanê, li erdê û di nav xwînê de dît ku bi 15 derbên kêran li pişt, sîng, stû û milê wê hatibû qetilkirin.
Di hûrgiliyên ku ji aliyê Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ve hatin belavkirin de diyar bû ku Meryem red kiribû ku bi wî xortî re bizewice. Her wiha bavê Meryem "raporeke tehdîdê" pêşkêşî rayedaran kir bû berî ku Meryem were qetilkirin ku nîşan dide Meryem hatibû tehdîdkirin.
Di daxuyaniyek fermî de, Asayişa Giştî ya Urdinê wiha ragihand: "Bi lêkolînên li ser dosyayê û berhevkirina agahiyan nasnameya kujerê ku di sala 1987'an de ji dayik bûye hat tesbîtkirin, cihê wî hat diyarkirin hat girtin û der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo amadekirina şandina wî bo dadgehê."
Parvekiran bi tweetên li ser torên civakî bi hevoka "Mafê Meryem Mihemed" hevxemiya xwe ji malbata qurbanî re diyar kirin û daxwaz kirin ku cezayê herî giran li sûcdar were birîn.