Xizmên Windayiyan daxwaza edaletê kirin

Li Amed û Êlihê di çalakiyên ‘Bila wenda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ de kiryarên Serokê Bajêr a HEP’ê Vedat Aydin ê 32 sal berê hat wendakirin û Doktor Recaî Aydin ê 29 sal berê hat wendakirin, hat pirsîn.

Amed – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan di hefteya 751'emîn a çalakiya xwe a ‘Bila wenda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de panqarta ku wêneyên kesên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hate vekirin.

Di çalakiya vê heftiyê de li aqûbeta Doktor Recaî Aydin ê di 2'ê Tîrmeha 1994'an de li nafçeya Farqîn a Amedê di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn. Rêveberê ÎHD Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û zexta polîsan ya li beramberî dawyîkên şemiyê şermezar kir û xwest ku biryara dadgeha zagona bingehîn (AYM) were pêkanîn.

‘Em pêvajoya şînê jiyan nakin’

Piştre Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di çalakiyê de axivî û got, “Ez di şexsê Bijîşk Recaî Aydin de hevalên me yên di têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Her hefte em li vir daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman. Lê mixabin ev daxwaz pêk nehat. Pêvajoyeke me ya xemgîn heye ku em nikarin biqedînin. Em nikarin hestiyên kesên xwe yên winda bibînin.  Dayikek me ya ku xizma windayane gotibû, 'Em her şemî weke ku biçin goristanê tên vir.' Ya rast daxwazeke me ya bingehîn heye. Em dixwazin kevirî me yê gorê hebe û şîna xwe li ser bikin. Mixabin ev daxwaz veguheriye travmayekê. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."

‘Ev 29 sal e em ji bo Recai Aydin edaletê dixwazin’

Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz jî çîroka windakirina Recaî Aydin parve kir û got:

“Recaî Aydin li navenda tenduristiyê ya navçeya Çinarê ya Amedê bijîşkî dikir. Di 2'ê Tîrmeha 1994'an de ji mala xwe ya li Amedê bi rê ket û bi wesayîta xwe çû cihê kar. Di heman rojê de li ser rêya Farqînê ku ne rêya kar e, wesayita Recai Aydin bi deriyên vekirî hat dîtin. Malbata wî bi rêya serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî ku dide hewl dide der barê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lêbelê, hemî hewldan têk diçin. Ji wê rojê û vir ve careke din agahî ji Recaî Aydin nehat girtin. Bi banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya di 17’ê Tebaxa 1994’an de ji Serokwezîra wê demê Tansu Çiller û Wezîrê Edaletê Mehmet Mongoltay re name hatin şandin û pirsa ‘Çi bû ji Dr Recai Aydin' ? Lêbelê, hemî hewldan bê encam in. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku 'Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye.' Wek parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan; Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin ku ji 31'ê Çileya 2009'an û vir ve her hefte bênavber me dewam kiriye û dixwazin aqûbeta windayên me bên eşkerekirin û kiryar bên dîtin û darizandin. Em ji bo Recaî Aydinê ku 29 sal in aqûbeta wî eşkere nebûye edaletê dixwazin.”

Li Êlihê çalakiya xizmên wendakiriyan di heftiya 587’an de ye

Rêveberên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 587’emîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya ‘Bila wenda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ li dar xist. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû, Xizmên Windayan, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kesk tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan vekirin. 

Di çalakiya vê heftiyê de, li kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji malê hat binçavkirin û paşê qetilkirin, hat pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Sînan Gegîn daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya binçavkirin, windakirin û qetilkirin Vedat Aydin û diyar kir ku her çend tam 32 sal in Aydin hatiye revandin û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin jî, kujerên wî hê jî tên parastin.

‘Qetilkirina Vedat Aydin di tariyê de hate hiştin’

Sinan Gegîn da zain ku Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de nîvê şevê ji aliyê 4 kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ji malê hat girtin û di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê di bin pirekê de bi îşkenceyê hat qetilkirin û got ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin ü wıha got: “Di qetilkirina Vedat Aydin de; ji xeynî kesên ku tetîkê kişandine, Waliyê OHAL'ê Hayri Kozakçioglu, Alîkarê Fermandarê Koma Îstîxbarata Cendirmeyan Aytekîn Ozen, endamê JÎTEM'ê Selahattîn Gorgulu, Waliyê Amedê yê wê demê, Midûrê Emniyetê û yekîneyên leşkerî, Serokwezîr Mesut Yilmaz û Serokkomar Turgut Ozal berpirsiyar in. Qetilkirina Aydin di bin berpirsiyariya hikûmetên ku heta niha bûyer di tariyê de hiştin e, pê hatiye. Heta bûyer zelal bibe wê destê me di bestûka kujeran de be.”

 Daxuyani bi çalakıya rûniştinê bi dawî bû.