Xizmên Windayan xwestin failên komkujiya Dîgorê werin cezakirin

ÎHD’ê û xizmên windayan, xwestin faîlên 17 kesên ku di sala 1993’yan de li navçeya Dîgora Qersê hatin qetilkirin, werin cezakirin.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 808'emîn li dar xistin.

Xizmên Windayan ên li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê li hev civiyan, di daxuyaniyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên 6 ji wan zarok 17 kesên di 14’ê Tîrmeha 1993’yan de, li dijî ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xurekan û serdagirtinên malan meş lli dar xistin û di encama gulebaranê de hatin qetilkirin, pirsîn.

Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ji aliyê endama Lijneya Rêberiyê ya ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hat xwendin û hat bibîrxistin ku di sala 1993’an de bi hezaran kesan ji bo protestokirina zextan ber bi Dîgorê ve meş li dar xistin, hê 2 kîlometre ji Dîgorê re mabû, polîsên tîmên taybet pêşiya girseyê girtin û bêyî hişyariyê bikin, welatiyan gulebaran kirin.

17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Berfîn Elçî wiha got: “Di encama gulebaranê de 6 jê zarok 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Der barê 8 polîsên tîmên taybet de ji sûcên ‘Bi zanabûn kuştin’ û ‘Bi zanabûn teşebusî kuştinê kirine’ doz hat vekirin û polîsan di parastinên xwe de îdia kirin ku di nava girseyê de bi roket û çekan êriş li wan hatiye kirin. Piştî komkujiyê ji kovikên xalî yên guleyên çekên polîsan bêhtir tiştek din nehat dîtin. Di biryara der barê polîsan a sala 2006’an de, hat gotin ku polîs di çarçoveya ‘mafê xweparastinê de tevgeriyane’ û ji bo wan biryara beraetê hat dayîn. Malbatên 7 kesên jiyana xwe ji dest dane bi sedemên “Binpêkirina mafê jiyanê”, “Nemeşandina lêpirsîneke bi bandor”, “Darizandina demdirêj” dozê birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’yê Tirkiyeyê mehkûmî tezmînata madî û manewî kir. Darizandina kesên di komkujiyê de birîndar bûne li DMME’yê hê jî didome.” Berfîn Elçî destnîşan kir ku heya faîlên komkujiyê bên darizandin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.