Xizmên Windayan vê hefte li aqûbeta Vedat Aydin pirsîn

Xizmên windayan, di hefteya 752'emîn a çalakiya xwe de vê carê li aqûbeta siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê ku li Bismilê hat qetilkirin pirsîn.

Amed- Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 752’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû carek din li hev civiyan.

Xizmên Windayan û kesên tevlî çalakiyê bûn, wêneyên kesên di cînayetên “kiryar nediyar” de hatin windakirin hilgirtin, vê hefteyê li aqûbeta Vedat Aydin ku di sala 1991’an de li navçeya Bismila Amedê hate binçavkirin û cenazeya wî hat dîtin, pirsîn

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya Vedat Aydin xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 32 sal in di doza Vedat Aydin de tu pêşketin pêknehatiye û hat destnîşankirin ku dê tu carî ji bo Vedat Aydin dest ji daxwaza edaletê bernadin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Vedat Aydin di sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê ji dayîk bû. Di sala 1979’an de ji Beşa Wêjeyê ya Enîstîtuya Perwerdeyê ya Amedê mezûn bû. Di dema darbeya 12’ê Îlonê de hate girtin û 4 salan girtî ma. Di nava ÎHD û HEP'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê Amedê bû.

Cenazeya wî hate dîtin

5’ê Tîrmeha sala 1991’ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê mirî hate dîtin. Di 10’ê Tîrmeha sala 1991’ê de bi beşdariya hezaran mirov ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê.

‘Hemû kes tevlî merasîma cenazeyê bûn’

Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran dest ji kar berda û dikandaran dikanên xwe girtin û ji biçûkan bigire heta kal û pîran tevli merasîma cenazeyê bûn.

‘Di merasîma cenazeyê de jî polîsan gel gulebaran kir’

Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji hêla kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve li malê hate binçavkirin. Li ser vê parêzerê Aydin ji midûriyeta polîsan pirsa Aydin kir. Lê jê re tê gotin ku Aydin li wir nîne. Du roj piştre di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden û Erxeniyê cenazeyê wî hate dîtin. Cenaze di 10’ê Tîrmehê de teslîmî malbata wî hate kirin. Di merasîma cenazeyê de jî polîsan gel gulebaran kir. Bi dehan sivîl qetil kirin û bi sedan jî birîndar bûn. 

 ’Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Em ji sala 31’ê çileya 2009’an heta niha bi israr daxwaza xwe ya dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan didomînin. Em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Yek ji nirxên mirovahiyê jî, mafê gor û şînê ye. 32 sal in di dosyeya wî de tu pêşketin çênebûye. Em ê dest ji xwesteka edaletê bo Vedat Aydin bernedin.”

Çalakî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.