Xizmên windayan li gelek bajaran aqûbeta windayan pirsîn

ÎHD'ê û Xizmên windayan kiryarên Mehmet Ozdemîr ê li Amedê hat windakirin, Necmî Çaçan ê li Tetwanê hat qetilkirin û 19 jê zarok 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin pirsîn û diyar kirin ku ew ê ji bo windayên xwe dev ji daxwaza edaletê bernedin.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe ya 777'an berdewam kirin û her hefte bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe berdewam dikin. Di daxuyaniyê de ku xizmên windayan û parêzvanên mafan amade bûn, wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin an jî bi kiryar nediyar re hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Amed

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê ku di 26'ê Kanûna 1997'an de li Amedê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axaftinek kurt kir û diyar kir ku sala 2023'an bû sala pêkanînên antîdemokratîk û diyar kir ku îhaleyên giran ên mafên mirovan hebûn. Ercan Yilmaz diyar kir ku ew dixwazin sala 2024'an bibe saleke ku pevçûn bi dawî bibin, aştî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan ji holê rabin.

 

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di daxuyaniyê de axivî qala binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de qewimîn kirin. Yilmaz, diyar kir ku sala 2023’yan bi pêkanînên antî-demokratîk derbas bûn û bal kişand ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran çêbûn. Yilmaz, xwest ku sala 2024’an bibe saleke ku şer û pevçûn bi dawî bibin, aştî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan ji holê hatine rakirin. 

Piştî Yilmaz, endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka Ozdemîr xwend. Pişt re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Êlih

Malbatên windakiriyan û ÎHD jî di hefteya 613’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî yê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku heta aqûbeta windakiriyan were zanîn dê li qadan bin. 

Komkujiya Roboskê

Elçî, di çalakiya vê hefteyê de bûyera ku 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin vegot. 

Di daxuyaniya ku hate xwestin ku faîl werin cezakirin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemerg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya navenda navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên TJA, OHD û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin û nivîsa “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin. 

Em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bernedin’

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di hefteya 103’yemîn a çalakiya wan de çîroka Necmî Çaçan ê di 29’ê kanûna 1993’yan de li navçeya Tetwan a Bedlisê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û bi îşkenceyeke giran hate qetilkirin parve kir û pirsa aqûbeta wî kir. 

Keça Çaçan, Pinar Yilmaz a tev li daxuyaniyê bû bal kişand ku tevî faîl li holê ne jî nayên darizandin û wiha got: “Ne 30 sal 100 sal jî derbas bibin em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bernedin. Heta ku faîl bên dîtin û li pêş darazê hesab were dayîn ez ê weke keça wî têkoşîna xwe bidomînim. Ez bavê xwe û hemû nirxên di bin çavan de hatine windakirin bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin.