Xizmên Windayan li aqûbeta Hecî Şîşlî pirsîn
Di hefteya 722’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de, li aqûbeta Hacî Şîşlî hat pirsîn.

Amed- Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo pêkanîna di hefteya 722’an ya çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li hev civiyan. Rêxistinên civaka sivîl û pîşeyan ên bajêr tevlî çalakiyê bûn, wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di axaftina xwe de bal kişand ser hefteya mafên mirovan. Axaftvanan piştre bal kişandin ser qedexeya sibê ya rojeke ji bo çalakiyan a Walîtiya Amedê û wiha gotin: “Em ê sibê di çarçoveya Hefteyê Mafên Mirovan a Cîhanê de li Parka Koşuyoluyê tevlî çalakiya malbatên girtiyên nexweş bibin. Ev qedexe ne hiqûqî ye.”
Xizmên windakiriyan vê hefteyê li aqubeta Hecî Şîşlî yê ku 20’ê Kanûna 1993'an li navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşkeran vê hate windakirin pirsîn. Çîroka Hecî Şîşlî ji aliye Endama Lijneya Şaxa ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin.,
Malbat ji ber zextan neçar dimîne koç bike
Jiyan Ormanli anî ziman ku Hecî Şîşlî dema ji aliye lêşkeran ve hatiye binçavkirin birayê wî Tahîr jî bi wî re bûye. Jiyan Ormanli, bi lêv kir ku malbat heta şevê li bendê disekine lê tu agahî jê nagirin û wiha got: “Ji ber zextan malbata Şîşlî neçar dimîne ji Sêrtê koç bike. Piştî ku li ser windabûna Hecî Şîşlî re demek derbas dibe zarokek wî çê dibe û navê wê datînin Qeder. Ji ber ku ew winda ye di nifûse de li ser birayê wê qeyd dikin. Di 20’ê kanûna 1993’an de Şîşlî hatiye windakirin û hê jî agahî jê nehatiyê girtin."
Piştî çîroka wî hat xwendin, ji bo kesên di bûyerên kiryar nediyar de hatine qetilkirin deqeyek rûniştin û çalakî bi dawî bû.