Xizmên Windayan li aqûbeta Îbrahîm Gundem û Mehmet Zekî Akyildiz pirsîn

ÎHD li Amed û Êlihê bi çalakiyên ‘Bila Wenda Bên Dîtin Kiryar Bên Darizandin De’ li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ku ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û Îbrahîm Gundem ê di bin çavan de hat wendakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya şaxa Amed û Êlihê û xizmên wendayan bi çalakiyên xwe yên ‘Bila Wenda Bên Dîtin Kiryar Bên Darizandin De’ vê hefteyê jî berdewam kirin.Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 763’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêne li ser bûn li erdê hat raxistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem hat pirsîn. Di çalakiyê de Cigirê Serokê HDP'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy axivî û bal kişand ser salvegera qetilkirina Jîna Emînî. Piştre jî ji bo ragihandina li aqûbeta Îbrahîm Gundem endama Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD'ê parêzer Berfîn Elçî mafê axaftinê girt. 

Rûxmê hemû hewildanan tû bersiv nayê dayîn

Berfîn diyar kir ku di 25'ê Îlona sala 1991'an de li gundê Sarierîk a Hezroya Amedê leşkeran bi ser mala Ahmet Gundem de girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şev saet 01.00'an de leşkeran bi ser malê de girt û Îbrahîm hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dê serê sibê bê berdan, Ahmet ji bo pirsa kurê xwe Îbrahîm bike çû qereqolê. Lê bersiva 'Ne di bin çavan de' girt. Li ser vê yekê Ahmet hewl da ku li aqûbeta kurê xwe hîn bibe. Serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezroyê dide. Dozgerî Ahmet dişîne qereqolê. Vê carê Ahmet bi daxwaznameyekî bi fermî serî li qereqolê dide. Lê bersivê nadin daxwaznameya Ahmet. Piştre serî li Walîtîya Amedê da. Qereqolê ji walitiyê re bersiva 'Ne li cem ye' girt.  Ahmet piştre Diçe Fermendariya Cendermeyê ya Bajêr, li vir jî bersiva 'Hûn dewletê sûcdar dikin û dewlet tiştê wisa nake' digire û tê tehdîtkirin. 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Çalakiya ‘Bila wenda bên dîtin’ li Êlihê di hefteya 599’an de ye

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 599’an de li ber Bîranîna Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin gel hev. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Êlihê û rêveberên Komeleya Piştevanî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Winda kirine (MEBYA-DER) Şaxa Êlihê beşdarî çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin bûn.

Li Êlihê aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz hat pirsîn

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ku di sala 1992’an de li navçeya Amed Farqîn (Silvan) ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat revandin û windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî axivî û diyar kir ku ew ê aqûbeta windayan bipirsin û çîroka windakirina Mehmet Zekî Akyildiz xwend.

Huseyîn Elçî, diyar kir ku Mehmet Zekî Akyildiz di sala 1992’an de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat revandin û windakirin û got:

“Di sala 1993’an de dema ku di 60’emîn Dibistana Navîn a Yil de dixwend, ji aliyê rêxistina Hizbullah a neqanûnî ve gelek gef li wî xwarin. Rojekê dema li Farqînê li mala xwişka xwe bû, çû sûkê û êdî ne vegeriya malê. Careke din ji wî agahî ne hat girtin. Piştre li gorî agahiyên ku malbata wî bihîstine li gundê Yolaç ê Farqînê sitargehek heye û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi hewldana xwe şansê xwe ji vê stargehê rizgar kiriye. Ev kes diyar dike ku li gorî agahiyên ku wî dane, di stargehê de 7-8 kes hebûne. Wî da zanîn ku tu kesî di stargehê de nedîtiye, lê wan nav, paşnav û navên gundên xwe ji hev re qîriyan û di vê mijarê de ji kesekî ku li wir sax maye xwestiye malbatan agahdar bike.”

Malbatê ji serlêdanên xwe re tu bersiv negirtin

Huseyîn Elçî, anî ziman ku malbata ku serî li Qereqola Jendermeyan a Farqînê daye, bersiv negirtine û wiha dewam kir: “Bi salan şûnde li ser banga ji leşkeriyê bavê Mehmet Zekî çû Midûriyeta Leşkerî û got ku kurê wî di sala 1992’an de ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat revandin û windakirin. Lê belê efserên şaxa leşkerî ji gotinên bavî wî Salih Akyildiz bawer nakin û wiha bersiv dane, ‘Kurê te tevlî PKK’ê bûye. Neyê gel me bibêje kesên Hizbullah kurê min revandine’.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.