Xizmên Windayan ji bo Necatî Aydîn daxwaza edaletê kirin

Li Amedê Xizmên Windayan di çalakiya xwe ye hefteya 791’an de aqubeta Serokê Şaxa Saglik-Sen a Amedê Necatî Aydin ku di 4’ê Nîsana 1994’an de hatibû windakirin hate pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 791’emîn a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Rezanê hatin gel hev. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn.

Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin û di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Serokê Şaxa Saglik-Sen a Amedê Necatî Aydin ku d 4’ê nîsana 1994’an de ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatibû windakirin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz bertek nîşanî tundî û êrişa polîsan a li dijî çalakvanên li dijî xespkiririna hilbijartinê daketin kolanan da.

‘Fail nehatin dîtin’

Hevjîna Necatî Aydin, Suheyla Aydin jî ev tişt got: “Hevjînê min ji edliyeyê birin û winda kirin. Gundiyan ew li nav zeviyên xwe binaxkirî, dîtin. ji cuzdana me ya  zewacê a di berîka wî de wî nas dikin. Faul hê nehatien dîtin. Lig ora me fail diyare, lê belê fail di tarîtiyê de hatin hiştin. ”

Piştî hatî binêçavkirin êdî agahî jê nehat girtin

Çîroka Necatî Aydin ji aliyê endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Firat Akdenîz, da zanîn ku Necatî Aydin di 27’ê adara 1994’an de li mala xizmekî xwe dema li mêvandariyê li gel xwediyê malê û zarokekî 5 salî hatiye binçavkirin. Firat Akdenîz, got ku 4 roj piştre hevjîna Necatî Aydin û kesên pê re hatin berdan û got: “Lê Necatî Aydin di 4’ê nîsana 1994’an de birin Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM). Necatî Aydin li dirûşmê ji parêzer re got; ‘dadgehê ez berdam lê polîs min bernadin.’ Tevî ku hatibû berdan jî tu kesî nedît ku ji edliyeyê derketiye. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.”

Tirkiye hatiye mehkûmkirin

Firat Akdenîz pêvajoya dadgehê vegot û destnîşan kir ku cenazeyê Necatî Aydin di 9’ê nîsana 1994’an de li ser rêya Farqînê li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Kagitliyê hatiye dîtin û di rapora otopsiyê de gelek şopên îşkenceyê hatine tespîtkirin û bi yek guleya li serê wî hatiye xistin hatiye kuştin. Malbatê serî li DMME’yê daye û Tirkiye hatiye mehkûmkirin.” Firat Akdenîz, herî dawî got ku çend sal jî derbas bibin ew ê dev ji pirsîna aqûbeta Necatî Aydin û hemû windakiriyan bernedin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.