Xizmên Windayan: Ji bo çareseriyê kujeran derxin holê

ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe de destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê cînayetên faîl nediyar yên di salên 1990’an de werin ronî kirin.

Navenda Nûçeyan - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya "Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 819’an de carek din li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu ya li navêeya Rezan hatin ba hev. Ji nûnerên rêxistian ivaka sivîl gelek kes piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin û pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heyî li erdê raxistin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmazdi çalakiyê de axivî û diyarkir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê cînayetên salên 1990’î bên ronîkirin û wiha got: "Di doza darizandina kujer nediyaran de Mehmet Agar jî di nav de gelek kesên ji doza JÎTEM'ê dihatin darizandin tevan beraet kir. Lê bi vî rengî çareserî pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fehmî Tosun ku beriya 29 salan hatî windakirin pirsîn.

‘Ev 29 sal e ez ji qada Galatasarayê bang dikim’

Hevjîna Fehmi Tosun ên di bin çavan de hatî windakirin, Hanim Tosun jî axivî û wiha got: "Her kes çîroka windayan dizane. Fehmî li pêş çavê min bin çav kirin. Li Stenbolê li pêş malê birin. Ew ne windayên faîl nediyar in. Faîl diyar. Em ê li her kolanê dest têxin qirika dewletê û bi qirika dewletê ve bizeliqin. Min 29 salan li qada Galatasarayê bang kir. Ez li vir jî bang dikim. Bila faîl bên darizandin."

Hanîm Tosun pirsa "Çi hat serê hevjînê min?" kir û wiha berdewam kir: "Hevjînê min tu sûc nekir ku bê darizandin. Wî înfaza bêdaraz heq nekir. Çima ez û 5 zarokên êtîm tenê hiştin. Li pêş çavê min hevjînê min birin. Ez baş dizanim ku bi Torosên spî çawa mirovan direvînin. Eger dewlet demokrasî û çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî faîlan ronî bike. Kujeran darizîne. Divê dewlet li qada Galatasarayê û Parka Koşuyolu binere. Ez li dijî neheqiyê li qadan im. Heta ez mafê xwe bistînim ezê li qadan têbikoşim."

Çîroka Fehmî Tosun

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Berfin Elçî çîroks  windakirina Fehmî Tosun ê li navçeya Avcilara Stenbolê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin xwend û wiha got: "Dema 35  salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmi Tosun, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hebû. Malbata Tosun di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Tosun re nehişt. Fehmi Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19'ê  cotmeha 1995'an de li mala xwe ya navçeya Avcılara Stenbolê taştê xwar û ji malê  derket. Dema ji malê derket. Fehmi Tosun di  saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got 'Dê min bikujin' Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin. 

 Piştî bûyerê hevjîna Fehmî Hanim Tosun çû qereqolê. Plakeya texsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku plake girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin 'Tiştekî em bikin tune ye' Hanim Tosun  piştre serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmi Tosun binçav kirine.

Demborî

Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encam negirtin, doz birin DMME'ê. Doz di sala 2003'an de li DMME'yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. 29 salin Fehmî Tosun hatiye windakirin. Em dixwazin dewlet bi lez der barê kujerên Fehmi Tosun de lêpirsînek ku encam digire bide despêkirin û kujeran ronî bike. Em ê dest ji lêgerîna edaletê û lêpirsînê bernedin. Em ê heta dawî têbikoşin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.