Xizmên Windayan ji bo Bedrî Tan daxwaza edaletê kirin

Xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 762’an de xwestin faîlê Bedrî Tan ê ku di 13’ê Îlona sala 1994’an de hatî qetilkirin werin dîtin.

Navenda Nûçeyan-  Şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windaya çalakiya xwe ya hefteya 762’an a  ‘Bila winda werin dîtin û faîl bên darazandin’ li darxistin. 

Xizmên Windayan, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûya Amedê de li hev civiyan. Li faîlên muxtarê gund Bedrî Tan ku di 13’ê Îlona sala 1994’an de li gundê Zimmi yê Amedê di serdegirtian malan de ji aliyê leşkeran ve îşkence lê hate kirin û hate qetilkirin pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê serokê ÎHD’a Şaxa Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyarkir ku Xizmên Windayan û Dayîkên Şemiyê her hefte bi heman daxwaz mafê xwe li qadanin. Çîroka Bedrî Tan ji aliyê Parêzer û endama Komîsyona Xizmên Windayan ya ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hate xwendin.

‘Me cenaze di torbeyekê de girt’

Berfîn Elçî da zanîn ku di sala 1994’an de di serdegirtina gundê Zemmî ya Amedê de Bedrî Tan ji aliyê leşkeran ve bi îşkenceyê hate qetilkirin û îfadeya birayê Bedrî Tan parve kir:

“Leşkerên girêdayî fermandariya navenda Amedê, di saetên şevê de ser mala mede girtin, birayê min Bedrî muxtarê gund bû girtin. Di serdegirtinê de hemû malbat li odeyekê kom kirin, lê belê birayê min Bedrî birin odaya din û îşkence lê kirin. Dengê wî dihat me. Piştî nîv saetê birayên min xistin maşîneya zirxî û birin. Me dema ku xistin di maşîneyê de dît, birayê min miribû. Em çûn fermandariya jandermeyan, me got birayê min ji mal birine, fermandarek ku li wêderê got ‘Li vêderê kes nîne herin li rexê rêyan temaşe bikin.’ Piştre me cenaze ji navenda fermandariya jendermeyan ya Hanî di nava torbeyekê de girt. Ji bo em doz nevekin gef li me xwarin. Diyar kirin ku ger em doz vekin wê dawiya me jî weke wî be. Girtineka mirinê di serdozgeriya Komara Hanî weke ku di pefvûnekê de hatiye kuştin hate girtin û îfadeya me jî nehate girtin.”

Piştî çîrokê çalakî ji bo bîranîna kiryar nediyar hatin qetilkirin bi yek deqe çalakiya runiştinê bi dawî bû.