Xizmên windayan: Em ji bo hemû windayan edaletê dixwazin

ÎHD û xizmên windayan li Amedê hatin cem hev, çîroka windakirina Mehmet Emîn Acar li Amedê xwendin û ji bo windayan edalet xwestin.

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 812’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî beşdarî çalakiyê bû. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar ê di 20’ê Tebaxa 1994’an de li taxa Ambarê ya ya navçeya Bismila Amedê hat revandin hat xwendin. 

Pêkanîna aştiyê bi rûbirûbûna raboriyê re pêkan e

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî axivî û bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir ku sibê beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin. Yilmaz wiha got: “Pêkanîna aştiyê bi rûbirûbûna raboriyê re pêkan e. Heke rûbirûbûna bi raboriyê re çênebe, ne pêkan e ku aştiyek mayînde jî çêbibe.” Ercan Yilmaz sebr û metanetê ji malbata Narîn Guran a winda re xwest û ev pirs kir: “Narîn Guran li ku ye?” 

Wê ev têkoşîna me nifş bi nifş bidome

Paşê jî Îhsan Acar ê ku 30 sal berê bavê wî hat windakirin axivî û got: “Bila kes vê heqîqetê jinedîtî ve neyê. Divê rastî derkevin holê. Ez bang li wan kesên ku bûne şahidê wê hovîtiyê dikim; we windayên me birin ku? We li ku winda kir? Şeş zarokên bavê min hebûn. Bavê min li ber çavên min birin. Wê ev têkoşîna me nifş bi nifş bidome û bila gumana kesî ji vê nebe.” 

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar xwend. Di daxuyaniya serpêhatiya windakirina Acar de hat destnîşan kirin ku ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û heta ku Acar û hemû girtî bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin dê çalakî berdewam bike. 

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.