Xizmên windayan: Em ê dev ji doza xwe bernedin
Di çalakiya “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizan” de aqûbeta Îhsan Haran ku piştî binçavkirinê hat windakirin hat pirsîn. Hevjîna Îhsan Haran Nesîbe Haran got: “Em ne serî ditewînin ne jî dev ji doza xwe berdidin.”
Amed- Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 828'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin cem hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên ji ber bûyerên kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" jî di çalakiyê de hat hilgirtin.
Di çalakiyê de kiryarên Îhsan Haran ê di 25'ê Kanûna 1994'an de di girtîgehê de hat windakirin hatin pirsîn.
'Ez dixwazim kujer wî bê cezakirin’
Hevjîna Îhsan Haran Nesîbe Haran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Îhsan Haran tu sûc nekiriye û tenê ji ber ku doza nasnameya xwe kiriye hatiye sûcdarkirin. Esîbe wiha berdewam kir, "Divê dewlet vê yekê baş bizane, em ne li hemberî wê serî ditewînin û ne jî dest ji doza xwe berdidin. Wî tu sûc nekir, tenê ji bo nasnameya xwe têkoşîn da. Kurd çi bikin sûc tê hesibandin û tên windakirin. Ez li kujerê wî digerim, ez dixwazim kujer wî bê cezakirin."
Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.