Xizmên Windayan di hefteya 785’an de carek din daxwaza edaletê kirin

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 785’an de aqubeta Mehmet Înan ku jê agahî nayê girtin pirsîn.

Amed- Şaxa Amed ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di hefteya 785’an a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya ‘Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de hatin ba hev.

Xizmên Windayan ku li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev, vê hefteyê aqûbeta Memet Înan ku di 28’ê Sibata 1994’an de hatî binçavkirin û êdî tu agahiyek jê nehatî girtin pirsîn.

Beriya çîroka Mehmed Înan were xwendin, nûnerê herêma ÎHD Mehemet Tahir Saçaklî di axaftina kirî de bal kişand ser giringiya zimanê dayîkê û diyarkir ku di di sedsala 21’an de qedexekirina Kurdî şermek mezin e.

Beriya were windakirin dû caran hate binçavkirin

Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD Omer Saman çîroka Mehmet Înan parve kir û diyarkir ku malbat li Sêrtê ye û got: “Karkerê Înşaatê Mehmet Înan zewicî û bavê 7 zarokan e. Mehmet Înan beriya di 28’ê Sibata 1994’an were windakirin di navbera dû mehan de dû caran hatibû binçavkirin û berdan.”

Serlêdan bê encam bûn

Omer Saman da zanîn ku di 28’ê Sibata 1994’an de malbata Mehmet Înan li gund dema ku lawirên xwe di çêrandin ji bo pêwîstiyên wan pêkbînin çû Sêrtê û wiha got: “Dema ku şev ne vegeriya mal, malbat bi fikar bûn. Malbata ku li kurê xwe di geriyan zanyariya ku kurê wan ji aliyê kesên bi çek ve bi zorê xistine erebeyê û revandine digrin. Bav Elî Înan di sibeha roja din de bi nivîskî serî li Serdogeriya Komara Sêrtê, Walîtî û Komutantiya Tugayê dide. Lê belê serlêdan bê encam dimîn e. Piştî windabûna Înan 4-5 mehan, polîs bav Elî Înan dibin Muduryeta Emniyeta Sêrtê. Li wêderê hinek wêneyan nîşan didin. Ên ku di wêne de yek ji wan ji aliyê bav ve nayê naskirin. Polîs bav heta saetek dereng birin malê. Tevî hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê, ji wê dîrokê ve tu agahiyek ji Mehmet Înan nayê girtin.”

Piştî daxuyaniya çalakiya Xizmên Windayan, bi 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.