Xizmên windayan di hefteya 784'an de daxwaza edaletê kirin

Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya 784’an de li aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di sala 1994'an de hat windakirin pirsîn û careke din edalet xwestin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vê hefteyê jî li aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiya ku di hefteya 784'an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hat lidarxistin de, malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiy vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di sala 1994'an de hat windakirin, hate pirsîn.

Beriya daxuyaniyê, Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Omer Saman, bal kişand ser karesata madenê ya Îlicê û berpirsyarên wê. Her wiha Omer Saman got ku ew bi Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci re ne û peyama piştevaniyê da.

Piştre jî serpêhatiya Mehmet Mehdî Akdenîz ji hêla Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Firat Akdenîz, wiha got: “Li gorî gotin û şahidiya Mevlude Akdenîz bûyer wiha qewimî; leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê di 20’ê sibata 1994’an de bi ser gundê Gevranê yê Pasûrê ku malbata Akdenîz lê dijiya de girtin. Di dema serdegirtinê de şêniyên gund bi darê zorê hatin derxistin. Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî jî li gundikê Gerger ê girêdayî gund hat girtin û anîn gund.

Gundê wan hat şewitandin

Leşkeran tevahiya jin, zarok, kal û pîran li meydana gund kom kirin. Piştre jî malan şewitandin. Leşkerekî ji kaxizekî navê 6 kesan xwend. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şîrîn Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî di lîsteyê de bûn. Ev kes li pêş çavên hemû gundiyan rastî tundiyê hatin. Piştre jî leşkeran her 6 kesan girtin bi xwe re birin navçeya Pasûrê.

Ji binçavkiriyan Halît, Îrfan, Mehmet Şîrîn û Ziya 18 roj piştre hatin berdan û hatin gundê xwe. Lê belê Ziya Çîçek dema hat berdan şandin leşkeriyê. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Her 4 kesên din jî gotin ku di 5 rojên binçavkirinê de Mehmet Mehdî Akdenîz jî li gel wan li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê hatiye girtin, îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û piştî ku Mehmet Mehdî Akdenîz birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê jî êdî agahî jê negirtine.

Li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê dihat ragirtin, hefteyek piştre birine Fermandariya Cendirmeyan a Amedê.

Rastî îşkence û muameleya xerab hatin

Firat Akdenîz, anî ziman ku ji 6 kesên hatin binçavkirin, Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest hatin berdan û wiha axivî: “Kesên hatin berdan, diyar kirin ku bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re mane û îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Kesên serbest hatin berdan, dan zanîn ku leşkeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birine Qereqola leşkeran a navçeya Farqînê û careke din ew nedîtine. Malbata ku agahî ji kurê xwe negirt, der barê aqûbeta wî de serî li saziyên fermî da. Lê tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî agahî ji Mehmed Mehdî Akdenîz nehat girtin. Em her hefte bênavber çalakiya xwe dewam dikin. Em dixwazin aqûbeta kesên winda bê eşkerekirin û kiryarên wan bên darizandin. Tevî hemû qedexeyên ne qanûnî yên Walîtiya Amedê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan berdewam bikin.”

Binçavkirina wî hat redkirin

Her wiha li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li gel Qudusî Adiguzel û Mîrza Ateş ên di binçavan de hatine windakirin bi hev re hatiye dîtin. Ji vê dîrokê û şûnde jî tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nehat girtin. Malbata wî di demên cuda de serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) da. Her dem bersiva daxwaznameyan nehat dayîn. Lê belê di 11’ê gulana 1994’an de bersiva daxwaznameyek bi nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin; ‘Navê wî di nava binçavkiriyan de nehatiye dîtin.’ Tevî ku li pêş çavên bi dehan mirovan hat binçavkirin jî binçavkirina wî hat redkirin. Malbata Akdenîz piştre gelek serlêdan kir lê hemû jî bêencam man. Piştî ku ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexist, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji bo vê jî biryara binpêkirinê hat dayîn.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.