Xizmên Windayan carekî din daxwaza edaletê kirin

Li Amedê Xizmên Windayan di çalakiya xwe ye hefteya 789’an de aqubeta Mîrza Ateş ku piştî serdegirtina gundê xwe de hat girtin mal wî dan ber agir û hat windakirin pirsîn.

Amed- Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 789’emîn de berdewam kir. Di çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşuyoluya Rezanê hat lidarxistin de, partiyên siyasû, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafan beşdar bûn, pankarta ku wêneyên windayan li ser bûn hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.

‘Wê têkoşîna me berdewam bike’

Xizmên Windayan vê hefteyê aqûbeta Mîrza Ateş ê di 18'ê Adara 1994'an de li navçeya Pasûra Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Serokê şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bertek nîşanî doza Pasûrê ya ku 11 kes tê de hatin qetilkirin bi hinceta demboriyê hat xirakirin da û wiha got: “Tu sedemek vê biryarê nîn e. Berê jî komkojiya Lîce, doza Musa Enter û JÎTEM  Enqere bi heman biryara xwestin failan bi parêzin. Desthilata niha dema ev doz di vekin, hevrûbûna paşerojê, edaleta sax bike, bi gotinên pêkanîna aştiya civakê, di civakê de hêvî ava kir. Lê di pêvajoya îro hatiyê de derbarê parastina failan û cezayên hatîn pêkanîn fail bê cezahêlan tên pêşerî me. Wê têkoşîna me berdewam bike. Heta winda û failek nediyar bimîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” 

 Mala wî dan ber agir û wî xistin binçavan

Çîroka Mîrza Ateş ji aliyê endamê komîsyona windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Hat diyarkirin ku li gundê Kanika yê girêdayî navçeya Pasûra Amedê bi beşdariya leşker û cerdevanan di 18’ê Adara 1994’an de di serdegirtina saetên şevê de mala Mîrza Ateş dane ber agir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mîrza Ateş û gundiyê bi navê Kudusî Adiguzel li malê li ber çavên zarokan îşkence dîtine û hatine binçavkirin û wiha hat gotin: “Mîrza Ateş ê hat binçavkirin û Kudusî Adiguzel destpêkê birin navenda navçeya Pasûrê, piştre birin navenda Amedê û nêzî 85 rojan rastî îşkenceyê hatin. Di roja bûyerê de birayê Eşref Ateş jî hat binçavkirin. Eşref Ateş li cihê ku birinê digihîje agahiya ku birayî wî di bin çavan de ye.”

Hewldanên malbatê bêencam man

“Li gorî nêrînên malbatê, piştî binçavkirinê Mîrza Ateş, dibin navçeya Pasûrê, piştre dibin eraziyek vala weke ku operasyon lê heye didin nîşandan, li gel 8 kesan gule lê dibarînin. Di heman demê de  gazê li cenazeyan dikin û dişewitînin û piştî 6 rojan texmînî li heman cihê çalekê dikolin û cenazeyan dixin navê. Der barê bûyerê de piştî serlêdana ku hat kirin di encama lêpirsîna hat meşandin de serdozgeriya komarê ya Pasûrê di roj 3’ê Hezîrana sala 1996’an de got ku ‘kesên navê wan derbas bûne, li fermandariya yekîneya leşkeran a navçeya me Amirtiya Emniyetê nehatine binçavkirin. Mîrza Ateş gundê xwe terk kiriye û li Stenbolê bi cih bûye.’ Dema ku hat famkirin, di bin çavan de winda bûye li ser navê civakê biryar dan ku nehatiye binçavkirin. Hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî bêencam man.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di doza Mîrza Ateş de rastiya ku fail tên parastin li ber çavan e. Çalakî piştî xwendina daxuyaniyê bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.