Xizmên windayan aqubeta Nûrettin Yedîgol û Yilmaz Gumuş pirsîn
Li Stenbolê Dayikên Şemiyê di hefteya 837'an de li aqubeta Nûrettin Yedîgol ê 40 sal in winda bûye pirsîn. Li Amedê jî Xizmên Windayan aqubeta Yilmaz Gumuş ê dema hatî windakirin 17 salî bû pirsîn.
Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 937’an de jî li aqûbeta windayan bipirsin. Dayikan ji ber şewba vîrûsa corona vê hefteyê jî bi rêya vîdeo li ser înternetê parve kirin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Nûrettîn Yenîgol ê di 10'ê nîsana 1981’an de, polîsan li İdealtepe ya Stenbolê di serdegirtina malê de ew binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê ewil Zeycan Yedîgol a di mijdara 2020’an de dema li aqûbeta kurê xwe Nûrettîn Yedigol digeriya jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.
“Em tenê hestiyên windayên xwe dixwazin”
Xwişka Nûrettîn Yedîgol Sevîm Yedîgol jî anî ziman ku 40 sal in aqûbeta birayê xwe dipirsin, lê tu carî heviya xwe winda nakin û wiha domand: “Kesên vê zulm û êşê bi me didin jiyandin, ne olê wan heye û ne jî tirsa wan ji xwedê heye. Em tenê hestiyên windayên xwe dixwazin. Dayika min çavê wê vekirî çû. Bavê min ji ber vê yekê qeyrana dil derbas kir. Em ê ji bo êşa 40 salan têkoşîna xwe ya lêgerînê berdewam bikin.”
Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Stenbolê Umit Efe jî anî ziman ku di lêpirsîna Yedigol de gelek kes bûne şahid û piştî îşkenceya 4 rojan agahî ji Nûrettîn Yenîgol nehatiye girtin.
“Şahid nehatin guhdarkirin”
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku malbata Yenîgol jî wekî malbatê din ji bo aqûbeta kurê xwe serî li gelek saziyan dan û wiha got: "Piştî serlêdanan lêpirsîn bê encam ma. Dozgeriyê jî piştre der barê lêpirsînê de biryara bê şopandinê da. Şahid nehatin guhdarkirin. Hiquq bi encam nebû. Biryara DMME'ê jî wîcdanê hiqûqê nîşan nade."
Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Yonca Verdioglu axivî û anî ziman ku kesên di bin çavan de hatin windakirin aqûbeta wan nayê ronîkirin û kujer bê ceza têne hiştin û wiha got: "Nûrettîn di 10'ê Nîsana 1981'AN DE Li Îdealtepe yê Stenbolê binçav kirin û winda kirin.
AMED
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 635’emîn li ser hesabê xwe yê medya civakî bi weşandina vîdeoyekê li dar xist. Çîroka Yilmaz Gumuş ê ji 21’ê cotmeha 1993’yan ve agahî jê nayê girtin, di çalakiya vê heftî de, cih girt. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Yilmaz vegot.
Derya, diyar kir ku ew di hefteya 635’emîn a lêgerîna edaletê de ne û wiha axivî: “Yilmaz Gumuş ê demê 17 salî bû. Li navenda Êlihê, di studyoyeke wêneyan de dixebî. Yilmaz demek nêz, berî winda bibe ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Êlihê ve tê binçavkirin. Piştî gef lê tên xwarin tê berdan. Yilmaz saet 09.00’ê 21’ê cotmeha 1993’yan, ji bo ku wêneyên Dibistana Seretayî ya li Taxa Yeşîltepe bikêşe, ji cihê kar wênekêşiya xwe digire û derdikeve. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Yilmaz nayê girtin û 28 sal in windaye.”
Derya, bal kişand ser axaftina bavê Gumuş Fahettîn Gumuş a ku gotibû, “Kurê min ji aliyê kesên gef li wî xarin ve hat revandin” û got: “Malbatê serî li hemû saziyên fermî dane. Lê ligel hemû hewldanan jî tu encam bi dest nexistin.”