Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Guler pirsîn
ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan di 878’emîn çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Guler pirsîn.
Amed – Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan bi daxwaza “Winda Bêne Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, di heftaya 878’an de çalakiya xwe domandin.
Nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan, Hevserokên şaxa MEBYA-DERê ya Amedê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên kesên ku di salên hatibû 1990’î de ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin.
‘Heta dawiyê emê li vir bin’
Li vir ewilî Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û diyar kir ku 30 sal in li vir in û got: “Emrê me li vê qadê derbas bû. 30 sal in em aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Gelek dayîk ji bo zarokên xwe tev li çalakiyê bûn. Lê tu agahî negirtin û jiyana xwe ji dest dan. Berî 30 sal me gotibû ku ‘heta dawiyê em ê li vir bin’ îro jî em heman tiştê dibêjin.”
‘Mehmet Guler di 1ê Kanûna 1997an de çû kar û êdî nevegerî malê’
Paşê Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Guler 24 salî û bavê du zarokan bû û got: “Piştî ku Mehmet Guler hat windakirin zarokekî wî yê din hate dinyayê. Mehmet Guler di 1ê Kanûna 1997’an de çû kar û êdî venegerî malê. Dayîka Mehmet Guler Şefîka Guler çû cihê kar û xwest agahî ji kurê xwe bistîne. Hempîşeyên Mehmet Guler gotin ‘bi Murat Guneş re ji bo kar çûne Êlihê.’ Çend roj derbasbû lê Mehmet Guler venegeriya malê. Şefîka Guler dîsa çû cihê kar û patrona Mehmet Guler Murat Şutşurup got ‘rewşa kure te baş e, yê piştî çend roja vegerê malê.’ Li gorî gotina Şefîka Guler, Murat Guneş û Murat Şutşurup nêzî Hizbullahêbûn. Mehmet Guler jî bi hevkariya Murat Guneş û Murat Şutşurup ve, ji aliyê Hizbullahê ve hatiye rewandin.
‘Aqûbeta Mehmet Guler hê jî nediyar e’
Berfîn Elçî destnîşan kir ku Şefîka Guler serî li dadgeh û ÎHDa Êlihê da û ev tişt anî ziman: “Şefîka Guler xwest Murat Guneş û Murat Şutşurup werin darizandin, ji bona wê serî li dadgeha Êlihê da. Di meha Nîsana 1999’an de Murat Guneş û Murat Şutşurup bi hinceta endamê Hizbullahêne hatin girtin. Ji 1ê Kanuna 1997an ve tu agahî Mehmet Guler nehat destxistin. Aqûbeta Mehmet Guler hê jî nediyar e.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.