Xizmên Windayan aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD’ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê Kanûna 1993'yan de li navçeya Siwêrega Rihayê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.
Amed – Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 826'an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê hatin ba hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin û kesên bi êrişên kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta bi nivîsa ‘Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê Kanûna 1993'yan de li navçeya Siwêrega Rihayê di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endamê rêveberiya ÎHD'ê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat dayîn
Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Huseyîn Taşkayayê 42 salî, xwediyê 4 zarokan bû, wiha got: “Huseyîn Taşkaya li Siwêregê dijiya û karê mutehîdiyê dikir. Di salên 90’î de li Siwêregê ku bi temamî di bin desthilatdariya eşîra Bucak de bû, binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dan. Di Rapora Susurlukê ya di 13'yê Tebaxa 1997'an da ji aliyê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê ve hat amadekirin de hat gotin ku 'Hêzên ewlehiyê operasyonên li herêmê bi tevahî derbasî eşîra Bucakê kirine û çekdarên eşîrê wek; dewleta di nava dewletê de' hatine diyarkirin.”
‘Hemû hewldanên malbatê bêencam man’
Alî Îhsan Demîtaş diyar kir ku Huseyîn Taşkaya ji ber helwesta xwe bûye hedefa leşker, polîs û eşîra Bucak û wiha domand: “Her ku zext û gef zêde bûn, malbata xwe şand Stenbolê. Ew jî li mala mamê xwe ma, heta ku karê xwe bide ser hev. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak ên ku bi konvoyek ji 30 wesayîdan pêk dihat hatin mala mamê wî ya li taxa Baglar a Siwêregê û Huseyîn Taşkaya binçav kirin. Malbat ji bo kurê xwe bipirse serî li cendirme, polîs, dozger û walîtiyê da. Piştî serlêdanên malbatê rayedarên leşkerî îdia kirin ku Huseyîn Taşkaya piştî binçavkirinê demek kin radestî polîsan hatiye kirin. Polîsan jî gotin 'Ne li cem me ye, biçin ji Sedat Bucak bipirsin' Parlamenterê DYP'ê yê wê demê, serokê eşîr û cerdevan Sedat Bucak jî got 'Tîmên me ew girtin lê radestî dewletê kirin. Em ji niha û pê de tiştekî nizanin, dewlet dizane.' Hemû hewldanên malbatê bêencam man û careke din agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê erka xwe ya lêkolînkirina bûyerê û cezakirina sûcdaran pêk neanî. Binçavkirina Huseyîn Taşkaya ku xizmên wî û hemû şêniyên taxê şahidî kirin, weke 'îdiaya razber a malbatê' nirxand û biryara neşopandinê da.”
‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’
Alî Îhsan Demîrtaş, anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê aqûbeta Huseyîn Taşkaya bipirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di 31'emîn salvegera windakirina Huseyîn Taşkaya de careke din bi bîr tînin ku binçavkirina Huseyîn Taşkaya nehatiye qeydkirin. Der barê çarenûs û cihê wî de heta îro agahî nehatiye dayîn. Em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin. Bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.