Xizmên Windayan aqubeta Hasan Gulunay pirsîn

Li Amedê Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Hasana Gulunay ku piştî winda bû tu agahî jê nehat girtin xwendin û daxwaza edaletê kirin.

Amed- Li Amedê çalakiya hefteya 806’an a Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan a “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” hat lidarxsitin.

Çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hat lidarxistin, hejmarek zêde ya Xizmên Windayan, endamên ÎHD’ê beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê Tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hat windakirin, hat pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Hasan Gulunay xwend.

Hasan Gulunay hat windakirin

Di çîroka Hasan Gulunay de ev tişt hate gotin:

“Hasan Gulunay zewicî bavê 4 zarokan bû ew demek bû ji hevjîna xwe re digot ku ji hêla polîsan ve tê şopandin. Di 20’ê Tîrmeha sala 1992’yan de ji mala xwe ya li Tarabyayê ber bi kargeha xwe ve ket rê û êdî nema vegeriya malê. Bîrsen Gulunay dema ku hevjînê wê venegeriya malê, xeber da malbata xwe. Piştî 2 rojan serî li Serdozgeriya Sultanahmed dide. Bîrsen Gulunay bi gumana ku dibe hevjînê wê di binçavan de be, serî li Şaxa Emniyeta Gayerttepeyê dide lê belî agahiya ku Hasan ne di bin çavan de ye digre. Malbat ji bo dîtina Hasan Gulunay li şaxa ÎHD ya Stenbolê dest bi greva birçîbûnê dike. Piştî greva birçîbûnê bi daxwaznameyekê serî li serokê demê Suleyman Demîrel dide û bûyerê radigihîne. Piştî greva birçîbûnê malbat diçe Enqereyê rewşa Hasan Gulunay di bin TBMM. Der barê bûyerê de bi serokê wezîrê karên hundir Îsmet Sezgîn re hevdîtin tên kirin. Sezgîn soza ku wê rewşa Hasan Gulunay lêkolîn bikin dide malbatê lê belê piştre tiştek ji malbatê re nabêje. Hevalê Hasan Gulunay Erol Çam dibêje dema li Şaxa Asayîşa Gayrettepe ya Stenbolê dibin çavan de kesek ku rûyê wî nedîtî dida ber qêran û di got, ‘Ez Hasan Gulunay, wê min winda bikin.’

Biryara demboriyê

Malbat bi hikumeta demê bi serokên giştî yê SHP-DYP û parlamenteran re hevdîtin dikin. Malbat di sala 1992’an de serî li Komîsyona lêkolîna Mafê mirovan ya TBMM û Serdogeriya Komara Stembolê dide. Dozgerî di dîroka 31’ê cotmeha 2012’an de bi hinceta ku doz pêvajoya xwe ya 20 salî tije kiriye biryara demboriyê dide. Piştî biryara ne şopandinê, malbatê di îtirazên kirî de tu encam negirtin. Di sala 2013’an de serî li Dadgeha Destûra bingehîn dan. Dadgeha Destûra bingehîn 21’ê Nîsana 2016’an de got; ‘di çarçoveya mafê jiyanê de mafê lêpirsîneke bi bandor hatiye binpêkirin. Lê belê ji ber encamên binpêkirinê ji holê hatiye rakirin, biryara ku ji bo cardin dosya were lêkolînkirin bişînin Serdogeriya Komarê, ji ber demboriyê cih nîne” didin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.