Xizmên Windayan aqûbeta Atîlla Osmanoglu pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD a Amedê di hefteya 842’an de aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996’an de li Amedê hat windakirin, pirsîn û gotin: “Em tu carî windayan ji bîr nakin û em heta kiryar bên darizandin li ber xwe bidin."

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 842'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHDê, Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan.

Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996’an de li Amedê hat windakirin, pirsîn. Beriya daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî.

Ercan Yilmaz da zanîn ku dema ku cejn tê ew nekêfxweş in û wiha got: “Em îro di erefeya Cejna Remezanê de ne. Li welatê me dema ku cejn tê mirov diçe serdanê goristanan lê em tu carî nikarin herin serdana goristanan. Daxwaza me ew e ku bila destilatdarî kujerên windayan derxe holê. Em ê tu carî windayan ji bîr nekin. Heta ku faîl bên darizandin, em ê li ber xwe bidin.”

‘Divê aqûbeta tevahiya windayan were zelalkirin’

Hevseroka DBP'a Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku divê desthilatdar kesên ku sûc kirine derxe holê û wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd bi awayên hovane hatin qetilkirin. Desthilatî dizane ku winda li ku ne. Xizmên windayan dixwazin aqûbeta zarok û nasên xwe zanibin. Em behsa aştiyê bikin divê ev berpirsiyar bên darizandin. Çavê dayika Sakîne vekirî çû. Em vê tiştê naxwazin. Pêwîst e ku aqûbeta tevahiya windayan were zelalkirin. Em tevahiya windayên xwe bi bîr tînin.”

Piştre serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû, ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû wiha ye:

“Atîlla Osmanoglu bi malbata xwe re li navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Li Hezro ji aliyê leşkeran ve gef lê dihat xwarin. Ji ber van gefan bi malbata xwe re di Sibata 1992’yan de koçî navenda Amedê dike. Atîlla Osmanoglu û bavê xwe dikan vekiribûn. Di 23’yê Adara 1996’an de du polîsên sivîl hatin dikana wan û xwestin Atîlla Osmanoglu ji bo ‘îhaleya otobanê’ li gel wan biçe. Lê Atîlla Osmanoglû bi wan re neçû û vê bûyerê ji malbata xwe re vegot. Piştî du rojan di 25’ê Adara 1996’an de dema ku bavê Atîlla Osmanoglû, Mûhyettîn dihat dikanê dît ku 2 kesên sivîl Atîlla siwarî ‘torosa spî’ dikin. Bi îtiraza Mûhyettîn Osmanoglû kesên sivîl dibêjin em ê ji bo îhalê wî bibin. Dibe şev lê Atîlla nayê malê. Mûhyettîn Osmanoglû serî li dadgehê dide lê dadageh bersîva ku kesek bi navê Atîlla Osmanoglû nehatiye binçavkirin dide. Piştî tê windakirin tu agahî ji Atîlla Osmanoglû nayê wergirtin.

Paşê endamê JÎTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hat. Îtîrafkar dibêje ku Atîlla Osmanoglû ji aliyê JITEMê ve hatiye revandin, ji aliyê Cindî Acet ku nasnavê wî Koçero ye ve hatiye kuştin. Cenazeyê Atîlla Osmanoglû avet nav tangerêk petrolê. Malbata Atîlla Osmanoglû serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeh di 24’ê Çileya 2008’an de biryara xwe dide û Tirkiyeyê sûcdar dibîne û ji bo tezmînatê mehkûm dike.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.