Xizmên windahiyan li aqubeta Cuneyt Aydinlar pirsîn

Li Amedê ÎHD û xizmên windahiyan, di çalakiya xwe ya vê heftiyê de li aqubeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar dema di binçavan de hatiye windakirin pirsin.

Amed- Şûbeya ÎHD ya Amedê û xizmên windayiyan di çalakiya xwe ya hefteya 733’an ya ku ‘Bila windahî werin ditin û fail werin darazandin’ ji ber erdhejê bi online pêkanîn. Di çalakiya vê heftiyê de li aqubeta Cuneyt Aydinlar yên ku xwendekarê zanîngeha Stenbolê ku di 20’ê Sibata 1994’an de dema binçava de hatî windakirin pirsîn.

‘Qeyda di binçavan de hatiye kirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 90’an ji bo zanîngehê bixwîne ji gel malbat xwe ya li Amedê diçe Stenbolê û wiha hat gotin: “Li zanîngeha Stenbolê xwendekarê pola 3 yê beşa ixtisatê bû, di 20’ê Sibata sala 1994’an ji bo bi hevalek yê xwe re hevditînê bike diçe gerca Omur ya li Bakirkoyê/Incirli. Li wêderê ji aliyê polîsên li dijî terorê re di çarçoveya oparasyonekê de tê binçav kirin. Di vê oparasyona ku 14 kes tên binçavkirin Cuneyt ji birin muduryeta emnyeta Stenbolê ya Gayrettepe. 7 rojan ji derveyî qeydan di binçavan de hat girtin û piştre di 27’ê Sibata 1994’an de qeyda di binçavan de hat girtin.”

 Der barê firarkirinê de tutanak hat girtin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 28’ê Sibata 1994’an de di saetên şevê de, polîsên di şubeya têkoşîna li dijî terorê de Cuneyt birin evraziya Kadirler ya Çukucuma ya Beyoxlu. Welatiyên li taxê ditin ku Cuneyt li gel nêzî 30 polîsan bi destê kelepçekirî birine û ew di nava xwînê debû û lingek yê wî şikestî bû û xwe li ser lingan nedigirt. Xelkên taxê diyarkiribûn ku Cuneyd nedikarî bi meşe.  Der barê dema nîşana bisekine de ne sekiniye û reviyaye û li rûxmê li pey di beziyan jî nehat girtin û firar kiriye tutanak hatiye girtin.”

Ji aliyê polîsan ve ji hucreyê hatiye derxistin

Di daxuyanê de hat eşkere kirin ku 14 kesên ku li gel Cuneyt Aydinlar hatî binçavkirin birin girtîgehê û wiha hat gotin: “Ev kesane di 17’ê Adara 1994’an de bi rêya parêzaran di daxuyaniya ku dayîn de Cuneyt Aydinlar di  20’ê Sibata 1994’an de dema xistin binçavan û ew 2’ê Adara 1994’an ji aliyê 6 polisên ku jêre gotine tu ji mirinê re amadeyî? Tu biçî mirinê! Hatiye kaşkirin û ji ew hucreya ku lê di ma birine û dan zanîn ku êdî ew nehatiye ditin.”

Derbasbûna dem weke hêcet da nîşandan

Dozgeriya komarê, li cihê ku bûyerê lêpirsîn bike, senaryoyên polîsan esas girt û der barê Cuneyt de biryara girtinê derxistin. Dadger îfadeyên polîsan esas girt û der barê wan de biryara bereatê dan. Demborî weke hêcet nîşan dan û der barê gumanbaran de biryar da ku pêkanaîna gihandinê cih negirtiye da.”