Xizmen Enfaliyan: Em rê nadin berpirsên hikumetê beşdarî bîranînê bibin

Di 35’emîn salvegera Enfalê de xizmên qurbaniyên Enfalê bi daxuyaniyekê bal kişandin li ser ne cezakirina berpirsên Enfalê û anîn ziman ku wê îsal rê nedin tu berpirsek hikumetê beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyên Enfalê bibin.

Navenda Nûçeyan – Îro li navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê, xizmên qurbaniyên Enfalê li ser gorên xizmên xwe kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de xizmên Enfaliyan diyarkirin ku ew ê îsal rê nedin tu berpirsek hikumetê û patiyekê beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyên enfalê bibin û gotin divê demildest xizmet ji bo gundên ku ji Enfalê zirerê dîtine bê dayîn.

‘Divê berpirsên Enfalê bên cezakirin’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku rûxmê 35 sal li ser Komkujiya Enfalê derbas bûye hê jî berpirsên komkujiyê nehatine cezakirin û wiha hate gotin:

“Em weke xizmên efanliyan, komek rêxistinên jenosîdê, çalakvanên civaka sivîl û xelkê Germiyan, her kesê agadar dikîn ku em ê îsal nehêlin ti berpirsek hikumetê û partiyan beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyên Enfalê bibin. Em bang li hemû xizmên enfaliyan jî dikin ku roja merasîmê amade bin.

Divê hestiyên Enfaliyan bi testekê vegerînin, çete û kesên bûne sedema enfalê werin cezakirin. Lazime keç û kurên enfaliyan, werin tayînkirin û bîrdariyek enfaliyan were çêkirin. Pêwîste xizmet ji bo gundên dema enfalê de ziyan dîtine bê kirin.”