Xizma girtî Afîfe Kartal: Guh bidin dengê girtiyan!

Dayika girtiyê bi navê Muhemed Kartal Afîfe Kartal li ser grevên birçîbûnê yên dorveger ku 27'ê Mijdarê dest pê kirin banga hişyariyê li raya giştî kir û bi gotinên: “Vê tundî û tecrîdê bi dawî bikin” bal kişand ser giraniya barê girtiyan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed –  Girtiyên siyasî yên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê ve bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd” dest pê kiribûn, di roja çaremîn de berdewam dikin. Grev heta 15’ê Sibatê roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê dê bidome. Xizmên girtiyan têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya fizîkî hatiye destpêkirin, diyar kirin ku divê her kes bibe dengê kesên li girtîgehan.

Di 17 salî de 22 sal ceza lê hat birîn!

Dayika Muhammed Kartal ê ku di sala 2017'an de dema ku 19 salî bû bi îfadeya şahidê vekirî hat girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn Afîfe Kartal, dayika Muhammed Kartal, bang li hemû malbatên girtiyan û raya giştî kir ku bikevin greva birçîbûnê. Afîfe Kartal da zanîn ku Muhammed ê li Girtîgeha Girtî Tîpa L a Antalyayê ye, di navbera salên 2018-2019’an de du caran beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûye. Afîfe Kartal diyar kir ku divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin û diyar kir ku girtî di bin tundiyê de ne û divê raya giştî di vê pêvajoyê de bêdeng nemîne.”

'Divê em hemû li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin'

Afîfe Kartal da xuyakirin ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên kirin û got: “Li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin. Girtiyan hem ji bo vê tecrîde hem ji bo Îmraliyê dest bi greva birçibûnê kirin. Ji bo vê grevê divê malbat jî pişgiriyê bidin. Weke xizmên girtiyan em her dem piştgiriyê didin zarokên xwe. Divê em barê pêvajoyê bigrin ser milên xwe ne ew. Ew jixwe di nav çar dîwaran de tundiyê dibînin. Ji ber wê li hemberî wê rewşê divê em bêdeng nemînin û vê tecrîde bişkînin divê em her tiştî bikin. Vê tundî û zilmê ancax em dikarin bisekinînin. “

‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’

Afîfe Kartal destnîşan kir ku mifteya aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye û got: “Dema ew li hundir di vê rewşê de ne divê em deqîqeyek jî li derve bêdeng nemînin. Hemû wekîl û parêzer ji bo girtiyan divê tiştek bikin. Divê em hemû ji vê tecrîdê re bibêjin raweste. Em ne şer aştiyê dixwazin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Girtî ji bo vê tecrîdê bişkînin dest bi greva birçîbûnê kirin. Heta encamek bi dest nexin wê nesekinin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebê tecrîda girtîgehan jî naqede. Divê em hemû ji tundî û zilmê re bibêjin bisekine. Divê beriya her tiştî xizmên girtiyan û piştre jî gel bibêjê raweste.”

'Ger hewce bike em ê jî bikevin greva birçîbûnê'

Afîfe Kartal bi gotinên; "Ger pêwîst bike em jî bikevin greva birçîbûnê" bang kir û got ku girtiyan bi tenê nehêlin û wiha bi dawî kir: “Girtî li hundir her tiştî dijîn. Wan nabin nexweşxaneyan û carna avê nadin wan. Di hundir de her dem zext heye. Vê tundiyê kes qebûl nake. Em jî qebûl nakin. Divê her kes di vê pêvajoyê de dengê xwe derxe. Ji bo ku ev grev bê dem nemîne divê hemû gavên pêwîst bên avêtin. Êdî bes e!”