Xirîstiyanên li Idlibê rastî gelek çewisandinan tên

Li Idlibê hin dêr û keşîşxane ji aliyê çeteyan ve rastî binpêkirinan tên her wiha dest danîne ser mal û milkên Xirîstiyanan.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Civaka Xirîstiyan li Idlibê hê jî di bin bandora şer, xizanî û çewisandinê de ye ji bo parastina hebûna xwe têdikoşe û piştî ku Idlib kest bin destên çeteyên bi navê Heyiet Tehrîr El-Şam, binpêkirinên li dijî wan zêde bûn.

Deh salên borî bi taybetî ji bo civaka Xirîstiyan dijwar bû, ji ber ku civakên Xirîstiyan li deverên Sûriyeyê yên ku di bin destên çeteyên Tirkiyeyê de ne, neçar manji deverên xwe birevin, ji ber ku çeteyan rê girtin û nehiştin ku rêûresmên xwe yên olî bi cih bînin û dest danîn ser mal û milkên wan.

“Heyiet Tehrîr El-Şam destên xwe danî ser hemû erdên Xirîstiyanan”

Jûliya Kirûman a 44 salî ku ji gundê El-Yaqûbiya ye, diyar kir ku tevî hemû şer, wêranî û şerên mezhebî ew qet nefikirîbû ku welatê xwe biterikîne û wiha axivî: “Cîran û hevalên min hene, ez nikarim ji wan dûr bikevim, ji ber ku ew bûn sedem tiştên min derbas kirin ji bîr bikim. Erdê min ê çandiniyê heye û ez her cure sebzeyan lê diçînim. Erdê min jî êdî nema yê min e, ji ber ku Heyiet Tehrîr El-Şam destên xwe danî ser hemû erdên Xirîstiyanan û ji sedî 60 ji tiştî ku Xirîstiyan diçînin diçe ji Heyiet Tehrîr El-Şam re û tenê ji sedî 40 ji xwediyên erd re dimîne ku ev yek neheqiyek pir mezin e.”

Hejmara Xirîstiyanan li Idlibê di dawiya sala 2012’an de dest bi kêmbûnê kir û piraniya niştecihên bajarê Idlibê di sala 2015’an de ji Idlibê derketin piştî ku Heyiet Tehrîr el-Şam destê xwe danî ser herêmê.

Hejmara Xirîstiyanên li Idlib, Cisir El-Şixûr û pênc gundên Xirîstiyanan 200 kesî derbas nakin. Li Idlibê, tenê dêrek heye rojên yekşemê nimêj lê tê kirin, bêyî ku zengil bê lêxistin.

“Heyiet Tehrîr El-Şam me ji alîkariyên mirovî bêpar dihêle”

Meryem El-Zaterî ya 55 salî da zanîn ku piraniya kesên li Idlibê mane kesên temenê wan mezin e û wiha pê de çû: “Em ji ber kêmbûna alîkariyên mirovî êşê dikşînin. Heyiet Tehrîr El-Şam me ji alîkariyên mirovî bêpar dihêle û rêxistinên mirovî ji gundên me dûr dixe.”

“Em bang dikin ku Xiristiyanên li Idlibê ji hemû binpêkirinan bên parastin”

Çalakvana mafên mirovan Sewsen El-Sukerî anî ziman ku gelek caran Xirîstiyanên li Idlibê rastî kuştin û revandinê tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jina Xiristiyan Sûzan Dêr Kirîkor a 60 salî di sala 2019’an de cenazeyê wê piştî windabûnê bi çend rojan hat dîtin û li ser bedena wê nîşaneyên îşkence û destavêtinê xuya bûn û hemû zêrên li ser hatibûn dizîn. Piştî tawanê bi çend rojan, Wezareta Navxweyî ya bi navê Hikumet El-Inqaz girtina yek ji berpirsên tawanê destavêtin û kuştinê, ku xortekî 16 salî ye, ragihand. Sûcdar li xwe mikur hat ku wî û du kesên din tecawizê Sûzan Dêr Kirîkor kirine û piştre wê kuştine, termê wê veşartine, mala wê jî talan kirine û reviyane. Cezayê van kesan hê jî eşkere nebûye. Hejmara revandina Xirîstiyanan di nava du salên dawî de gihîştiye 6 haletan. Hin dêr û keşîşxane rastî binpêkirinan tên. Heyiet Tehrîr El-Şam darên ku li hewşa dêran in dibire û wan li bazaran difiroşe da ku pere bi dest bixe. Heyet Tehrîr el-Şam hin dêran dike navendên komên leşkerî. Rejîmê jî du dêr bi temamî wêran kirin û ji diwanzdeh dêrên li seranserê Idlibê deh ji wan bombebaran kirin. Em bang li hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan û navdewletî dikin ku ji bo parastina Xirîstiyanên li Idlibê kar bikin.”