Xeza 380 roj in di bin êrîşan de ye

Hejmara kesên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan bû 42 hezar û 603.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên ku 380 roj in berdewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li herêmên curbecur ên Zîvala Xezayê bi taybetî li bakurê wê "7 qetlîam" pêk anîne û di van êrîşan de 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û 158 kes jî birîndar bûne. Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Zîvala Xezayê hat kirin hejmara kesên ku kesên jiyana xwe ji dest dane derket 42 hezar û 603’an û hejmara birîndaran jî derket 99 hezar û 795’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de cenaze hene, lê ji ber astengiya Îsraîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sîvîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.