Xeza 138 roj in di bin êrişan de ye

Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê di roja 138’an de de berdewam dike, di êrişên Îsrailê de 29 hezar û 195 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê ji 7’ê cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Hate diyarkirin ku artêşa Îsrailê li Deyr el-Belah malên sivîlan kirine hedef. Hate destnîşan kirin ku 4 jê zarok, herî kêm 17 Filistinî jiyana xwe ji dest dane. Piştî êrişê li avahiyên ku hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dikin. Zanyariya ku gelek kesên ku birindar bûne, birine nexweşxaneya Şehîdên Aksa hate pervekirin.

Hêzên Îsrail êrişî Han Yunus dike. Îsrail berê jî ketibû herêma el-Mevasi ku dihat îdeakirin ku ‘bi ewle ye.’ Li vê derê avahiya Bijîjkên Sînornenas hate hedefgirtin û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Îsrail di êrişa li rojavayê qampa koçberan ya Nuseyrat pêkanî de herî kêm 12 Filistinî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birindar bûn.

Hêzên Îsrail li Refahê erebeyek ya sivîlan bombebaran kir. Di êrişa bi balefirên bê mirov hatî pêkanîn de dû sivîlên Filistînê jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku êrişên Îsrail li dijî Bakûrê Xezayê berdewam dike. Li gor daxuyaniya herî dawî, di êrişên Îsrailê de 29 hezar û 195 Filistinî hatine qetilkirin.