Xewna jinên Til Temirê cîhana bi rêveberiya jinan e
Jinên li Tiltemirê bi gotinên "Xewna me cîhanek wisa ye ku jin rêveberiya wê bikin" bersiva pirsa me ya jin cîhaneke çawa û pergaleke aborî ya çawa dixwazin ava bikin dan.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinan ber bi 13’emîn salvegera xwe ve diçe. Bi qasî di van salên şoreşê de êrişên bejahî li dijî şoreşê pêk hatin, bi riya aborî jî êrişên mezin li ser heremê pêk tên. Jinên xwediyê şoreşa jinan a ku ji parastinê heya siyasetê pêşengiya şoreşê kirin û li ser bingehê xweparastinê xwedî li destkeftiyên şoreşê derdikevin di qada aborî de jî hewl didin gavên mezin bavêjin.
Li ser pirsa ku jin dixwazin pergaleke xwe ya aborî ya çawa ava bikin û cîhanek çawa dixwazin, jinên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivîn.
Bi şoreşa jinan avakirina aboriya komînal
Rêvebera Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star Zehra Mihemed got ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi şoreşa jinan şoreşeke jinan a aborî jî dest pê kiriye û wiha domand: "Şoreşa jinan, şoreşeke cuda û tecrubeyeke balkêş e di cîhanê de. Li vir bi şoreşa jinan şoreşeke aborî jî bi pêş ket û aboriyeke komînal xwe da der. Bi Aboriya jin re jin hewl didin çanda jin-dayikê careke din zindî bikin. Di nava salên şoreşê de jin hewl didan û didin ku zanebûna xwe di warê aborî de zilamê serdest dizî bû, careke din vegerîne û bike malê xwe."
'Aboriya Jin ji krîza aborî re dibe çavkaniya çareserî û alternatîfan'
Zehra Mihemed da zanîn ku ya dihêle jin aboriya xwe ya xweser bi pêş bixe, ew e ku bi projeyên tên pêşxistin re ji krîza aborî ya li ser herêmê re dibe çareserî û alternatîf û wiha dirêjî da gotina xwe: "Krîza aborî ya ku di encama şer û dorpêçan de çêdibe, bêguman rasterast jinan bi bandor dike, ji lewre jin bi wê hisiyatê li gorî dem û pêvajoyê gavên xwe davêjin. Avakirina pergaleke aborî ya xweser di nav herêmeke ku her di nav şer de ye, ne ji rêzê ye. Me ji aktîfkirina komîteyên aborî di komînan de dest pê kir, heta ku îro em gihîştin vê astê ku êdî projeyên çandiniyê, sewaldarî, bazirganî û hwd. li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Naskirin û têghîştina civakê ji pergala kooperatîfê û projeyan re Aboriya Jin bihêztir kir û ligel parastina heyî xwetêrkirin jî bi pêş ket."
Piştî ku bûn xwedî proje û birêve birin di cîhana jinan de çi guhertin çêbû?
Zehra Mihemed guhertinên ku di cîhana jinan de piştî bûyîna xwedî proje û bi xwerêveberiya wê kirin çêbûne wiha encamên wê anî ziman: "Bi aboriya xweser re jinan dikaribûn li hemberî koletiya mêr têbikoşin da ku vegere cewhera xwe û êdî rê nede careke din mafê wê yê aboriyê jê were girtin û dizîn. Êdî jin bi vekirina her projeyê re xwe bi pêş dixin û dixwazin hîn bêtir projeyên heyî dorfireh bikin. Armanca me ew bû ku em çareseriyê ji xizaniya ku siyaseta rejîma Baasê li ser civakê dabû meşandin, bibînin û bihêlin ku civak bi xwe bi jin û mêran projeyan ava bikin û bi xwe jî birêve bibin. Her wiha armanca me ew bû ku jin careke din destên xwe li ber mêr venekin. Di heman wextê de jî me di projeyan de cihekî taybet da jinên ku hevjînê wan mirine yan jî hev berdane, da ku xwe kêm nebînin û bihêz bibin, di nava civaka ku wan tune ye û bê rol dike de. Ji lewre ya herî girîng ew e ku jin xwedî li aboriya xwe derkevin û bi pêş bixin."
'Ast û guhertinên jinên rojavayî dijîn ji keda Rêber Apo tê'
Nehla Xelef jî da xuyakirin ku jin ne ji niha ve ew ji berê ve rêvebera civakê ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Jin piştî her şikestinê dijîn, bêtir bihêz dibe. Em di civakeke rojhilatî de ne û serdestiya mêr her dem li ser jinan heye, berovajî civaka rojavayî. Ji jinên rojavayî re hatina Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wê ya azadiya jinan, diyariyeke mezin e. Ger îro em dibînin jin rêveberiyê dikin, ji krîzên aborî, mirovî û hwd. re çareseriyan peyda dikin, ev hemû dibe keda Rêber Apo. Rêvebirina malbatê li ser bingeha rêzgirtin û demokratîkbûnê civakê jî bi xwe re diguherîne û civakeke demokratîk ava dike, ya ku pêşengiyê jî dike dîsa jin e. Ji lewre divê ku mêr rêzê ji biryarên ku jin digrin re bigrin û ya herî girîng jî pêkanîna hevjiyana azad di navbera her du zayendan de, bêyî hevjiyana azad ne mumkin e gavek erênî were avêtin."
Cîhana ku bi aqilê mêr tê birêvebirin jinan qir dike
Nehla Xelef şer kaos û krîzên ku çêdibin ku bi xwe re polîtîkayên qirkirina civakan û xwezayê tîne bi bîr xist û got ku pêwîstiyek e cîhan êdî bi nêrîn û biryarên jinan were birêvebirin û desthilatdarî ji destên mêr derkeve û wiha sedemên wê anî ziman: "Îro cîhana me bi hişmendiya mêr û desthilatdariya wî birêve diçe, rêveçûna wê jî cîhan ber bi qirkirinê neteweyan ve dibe. Jin dixwaze û dikare êrîşan û krîzan çareser bike û ji bo wê biryarên guncaw bide lê belê jin ji cihên biryaran tên dûrxistin, da ku di aştiyê de rol nelîzin û dengê wan neyê bihîstin. Bi rastî jî ger jinan ev cîhan birêve biribûya dê ewqas şer, komkujî û qirkirina civakan û jinan çênebûya."
‘Pêwistî bi hevgirtina jinên cîhanê heye’
Nehla Xelef xewna xwe ya ku bi salan e zindî ye û li benda pêkanîna wê ye wiha bilêv kir: "Bi hêviya pêkanîna wê xewnê dijîm ku jin bi aqil û zanebûna xwe vê cîhanê birêve bibin. Dema ku jin birêve bibin dê ewqas şer, komkujî, qetilam, revandin, tecawizkirin, tundî û destdirêjiya li ser maf û nasnameya wan çênebe. Bêguman destkeftiyên jinan heta niha ne kêm in lê belê pêwîstî bi hevgirtina jinên cîhanê giştî heye da ku em bikaribin bi hev re pirsgirêk û dozên jinan û civaka xwe çareser bikin."