Xeteriya li ser jiyana endamê heyeta Îmraliyê didome

Naxweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û got: “Xetereya li ser jiyana wî hêj didome.”

Navenda Nûçeyan- Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xetereya li ser jiyana Onder hêj berdewam dike.  

 Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: 

“Birêz Sirri Sureyya Onder, di 15’ê Nîsana 2025’an saet derdora 22.41’an de ji hêla tîma Ambulansê ya 112’ê ve bêyî rajen, entube û bi masaja dil-pişikê, anîn Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya me.” Bi domdarî hat gotin ku piştî derdora 10 deqeyan masaja Dil-Pişikê hatiye kirin, rajena Onder dîsa hilavêtiye û di encama ekokardiyografiyê de Dîsseksiyona Tip I Aort’ê hatiye tespîtkirin.  

  

Bi domdarî hat destnîşankirin ku saet derdora 23.05'an de dîsa rîtm û rajena Onder sekiniye û piştî bi masaja dil bi lezgînî rakirine emeliyatxaneyê û saet di 23.35'an de emeliyat hatiye kirin. Bi domdarî wiha hat gotin: “Di emeliyatê de hate tespîtkirin ku dîsseksiyona aortê ji koronera rastê destpê kiriye û tevahiya aortayê girtiye nav xwe. Li gorî rêzê ji demara koronerê ya rastê by-pass hatiye kirin, deriyê aortê hatiye guherandin û ji bo tevahiya aortayê kirariyên greftkirin û anastomozê hatine temamkirin.”  

  

Di berdewamê de hat ragihandin ku hemû pêvajoyên emeliyatê bi serkeftî derbas bûne, lê dîsa jî pirsgirêk didome. Hat gotin ku ameliyat nêzî 12 saetan berdewam kiriye û piştre rakirine Beşa Lênihêrîna Awarte ya nexweşxaneyê. Nexweşxaneyê got: “Xetereya li ser jiyana wî hê jî didome.”