‘Xeta têkoşînê bi zanista jinan berdewam dike’

Di bin dirûşma “li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan, Jin Jiyan Azadî” îro Kongra star a bajarê Hesekê civînek berfireh ji bo 150 jinan li dar xist.

Hesekê-Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinan, îro Kongra star a bajarê Hesekê civînek berfireh ji bo 150 jinên bajarê Hesekê li dar xistin. Civîn li Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya taxa Mişêrfê, ji aliyê endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Firyal Ehmed û Endama Rêvberiya Kongra Star Helebça Ebdo ve hat birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Firyal Ehmed da zanîn ku 25‘ê Mijdarê bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digre û wiha behsa dîroka 25’ê Mijdarê kir: “Vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digre. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê’ê ava dikin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digre û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.

‘Têkoşîna Xwişkên Mîrabel heya roja îro berdewam dike’

Firyal Ehmed bal kişand ser îrade û têkoşîna jinan a ku bi hêza xwe pergalên desthilatdar hildiweşînin û wiha anî ziman: “Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî 6 mehan ji qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin. Têkoşîna Xwişkên Mîrabel heya roja îro di şexsê Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Barîn, Avêsta , Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef û bi hezaran jinên têkoşer, berdewam dike lewma em weke jin me xeta berxwedanî û têkoşînê hilbijartiye û em ê şopdarên vê xetê bin.”

Civîn bi nîqaşên li ser şikandina pergalên ku jin û civakê dikin kole û avakirina hişmendiyek li ser bingeha hevjiyana azad bi dawî bû.