Xeta sêyemîn, têkoşîna civakî û paradîgmaya çareseriyê - GOTAR
BÊRÎVAN ZÎLAN
Bi danezana 27’ê Sibatê re, li ser bingeha vejandina hevpeymaniya Kurd-Tirk a ku bû sedema peydakirina pêşketinên stratejîk pêvajoyeke nû destpê kir. Ev pêvajo xwedî potansiyel e ku ne tenê Tirkiyeyê, di heman demê de hemû pêşketinên li herêmê jî bi bandor bike. Li dijî polîtîkayên Brîtanî yên 'parçe bike, ji hev belav bike û rêve bibe' ya li herêmê, Rêber Apo bi perspektîfa entegrasyona demokratîk riyeke nû pêşkêş kir. Rêber Apo di aliyê Tirkiyeyê de bi nirxandinên xwe yên Mîsak-i Millî re, ji bo kaosa li herêmê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xist. Rêber Apo anî ziman ku ew bi salan e li hemberî şerê demdirêj, li hevkariya ji bo danûstandinê digere, bi derketina xwe ya dawî şertên çareseriyê ferz kir. Pêvajoyê bi rêvebirina bi bandor a diyalektîka danûstandin û têkoşînê anî vê qonaxê. Bi vî rengî, hem armanc kir pevçûna Kurd-Tirk bi dawî bike, hem jî xwest li hemberî şerê tund ê li herêmê didome, riyeke nû veke. Herî dawî, tevî kêmasiyên xwe jî bi derketina ya ku mîna ya çarçoveyî tê binavkirin re, pirsgirêka Kurd cara ewil ji ‘sêpaya darvekirinê, anî ser maseya çareseriyê.’ Bi vê hemleyê re, dewlet, şoreş û sosyalîzmê li ser maseyek anî cem hev.
Dewlet hê jî dixwaze Rêber Apo di rewşeke ne yasayî de bihêle
Yasaya çarçoveyî, di raya giştî ya Kurd de wekî "ya kok” a ku dê berdewamiya wî were, hat nirxandin. Ji bo pratîkbûna yê, tevgera azadiyê ji destpêkê ve diyar dike ku divê Rêber Apo rasterast pêvajoyê bi rê ve bibe. Her çendî di raya giştî de ji bo Rêber Apo pênaseya koordînatorê konseya bêçekkirin û stratejiyê tê kirin jî di vê mijarê de ji aliyê rayedarên fermî ve daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Tevî ku pêvajo ewqas hesas û krîtîk e jî xuyanebûna nêrînên Rêber Apo ya di raya giştî de, pêknehatina hevdîtina malbat û parêzeran a bi rêkûpêk, astengkirina hevdîtinên wî yên bi komên cuda re, di raya giştî ya Kurd de dibe sedema fikaran. Li ser girtînameyên ku tê îdiakirin ên li Îmraliyê hatine lidarxistin, êrîşên li dijî Rêber Apo berdewam kirin. Şert û mercên bingehîn ên pêvçûna saxlem a pêvajoyê ewin ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe û bikaribe bi azadî bijî û bixebite. Girîng e ku nêrînên wî rasterast di qada giştî de xuya bikin. Ji bo ku pêvajo bi awayekî domdar û dînamîk pêşve biçe divê Rêber Apo rasterast bang li raya giştî bike û her dem bi aliyên têkildar re di nava diyalogê de be, dewlet hê jî dixwaze Rêber Apo di rewşeke ne yasayî de bihêle. Bêyî pêşveçûneke wisa, guman heye ku ya çarçoveyî wekî ku tê xwestin were bicîhanîn. Tevî mijara mafê hêviyê ya Rêbertî ji destpêka pêvajoyê ve ji aliyê Bahçelî ve tê ziman jî di mijarê de der barê biryarên AÎHM’ê de gavek nehat avêtin. Bêyî guhertina vê nêzîkatiyê, mirov nikare behsa pêşveçûnek erênî bike.
Yasaya çarçoveyî di vê rewşa xwe de tenê li ser bingeha bêçekkirinê tê destgirtin
Yek ji mijarên ku di çarçoveya ya çarçoveyî de tê nîqaşkirin, pêvajoya vegera hêzên gerîla ya ji bo Tirkiyeyê ye. Ji aliyê Tevgera azadiyê ve her dem hat diyarkirin ku ji bo veger bi awayekî tendurist be divê Rêber Apo di dewrê de be, ne takekesî vegerên birêxistinî bên mîsogerkirin û komên ku vegerin, ber bi têkoşîna siyasî ve werin kanalîzekirin. Li ser van mijaran gelek manîpulekirin hene. Nîqaşên yasa dê bi serlêdanên takekesî re sînordar be dê hemûyan negire nava xwe dê li kampan kom bibin û qedexeya siyasetê ya ji bo kesên biçin, ji aliyê medyaya sereke ve berdewam dike. Li hemberî vê yekê, mîsogerkirina statûya Rêbertî ya meşandina pêvajoya vegerê û bi vê yekê ve girêdayî destgirtina vegera koman, rêbaza herî bi tendurist e. Yasaya çarçoveyî, di vê rewşa xwe de tenê li ser bingeha bêçekkirinê tê destgirtin. Lewma di vê de bikaranîna têgeha terorê, nebûna nirxandineke têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, nebûna sererastkirineke der barê gavên demokratîk de û diyarnekirina statuya Rêbertî ya bi awayekî berbiçav hemû xalên rexneyê ne. Eşkere ye ku aliyê kêm dê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd û avakirina civakeke demokratîk werin derbaskirin. Tevgera azadiya Kurdistanê, her dem îdiaya xwe ya ku stûna çep-sosyalîst a dewleta du stûnî be û bi têkoşîna xwe dewletê veguherîne û taybetmendiyên demokratîk bide qezenckirin, domand. Riya vê yekê jî bi têkoşîneke civakî ya bihêz derbas dibe. Gihîştina hemû beşên civakê û yekkirina wan a li ser riyeke têkoşîna hevpar dê avêtina gavên demokratîk jî ferz bike.
Planên li ser Rojhilata Navîn
Faktora sereke ya li pişt pejirandina bilez a vê yekê di çarçoveya pêvajoyê de, pêşketinên herêmî ne. Êrîşên DYE-Îsraîlê yên li dijî Îranê û bandora wan a li ser hemû welatên herêmê berdewam dikin. Karbidestên pêwendîdar, bi berdewamî li ser zêdebûna van êrîşan daxuyaniyan didin. Ji ber ku destwerdana li dijî Îranê hê temam nebûye, sêwirana herêmî negihîştiye encameke dawî. Ji ber vê yekê, her hêz planên xwe yên herêmî pêk tîne. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, çalakiyên tolhildanê yên Îranê yên li dijî welatên Rojhilata Navîn, li Iraqê nîqaşên li ser yekkirina hêzên çekdar di bin heman fermandariyê de, Peymana Mekkeyê ya ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin û bi Peymana Îbrahîm a berê bi pêşengiya Îsraîlê hatiye îmzekirin re armanckirina avakirina Korîdora Dawud, aliyên berbiçav ên van planan in. Tevliheviya rast, di hesabên eşkere û veşartî yên di navbera Îsraîl, Tirkiye û Îranê de ku dixwazin li herêmê bibin hêza hegemonyayê de ye. Her wiha tê zanîn ku hemû hêzên emperyalîst piştgiriyê didin Îsraîlê û di vê çarçoveyê de rolan didin welatên herêmî. Tê zanîn ku yek ji sedemên hevdîtinên Tirkiyeyê bi Rêbertiyê re ew e ku ji şerê herêmê bi zirara herî kêm derkeve. Tiştê ku li herêmê diqewime şerê desthilatdariyê ye. Dîsa jin, zarok û mirov dibin hedefên vî şerî. Her wiha diyar e ku şer û kaos di demek kurt de bi dawî nabe. Ev şerê ku dê li derdora Îranê dijwartir bibe, dikare di her kêliyê de li deverên din jî belav bibe.
Du aliyên entegrasyona demokratîk hene
Dema ku li herêmê rojevên şer, êrîş û çekdarkirinê ewqas dijwar in, feshkirina PKK’ê û veguherîna wê ya ji têkoşîna çekdarî ji bo stratejiyeke têkoşîna demokratîk, veguherînek mezin temsîl dike. Ew tenê ji bo stratejiyeke têkoşînê diyar dike, modelên çareseriyê yên dê tevahiya herêmê bigre nav xwe dihewîne. Ev modela çareseriyê di dawiyê de wekî entegrasyona demokratîk hat şênberkirin. 2 aliyên entegrasyona demokratîk hene. Aliyekî wê entegrasyona bi civakan re ye. Bi parastina cudahiyên xwe re entegrasyona bi beşên cuda yên çînî, olî û îdeolojîk ên civakê re, wekî panzehîra bingehîn a dijberiya nav-civakî û neteweperestiyê tê pêşkêşkirin. Aliyê din jî entegrasyona bi dewletê re ye. Ji bo entegrasyona bi tendurist a bi dewletê re divê dewlet pêşî nirxên demokratîk bi dest bixe. Divê dewlet ziman, nasname û hişmendiya îdeolojîk a hêza ku ew ê pê re entegre bibe qebûl bike û bihewîne. Projeya entegrasyona demokratîk a li ser bingeha entegrasyona dilxwaz, berevajî asîmîlasyon û teslîmbûnê ye. Ev yek çareseriya bingehîn a pirsgirêkên ku hem bi dewletê re û hem jî di navbera civakan de tên jiyîn e.
Ne rejîma hişk a Şîa û ne jî emperyalîzma Emerîkî nikare ji pirsgirêkên gelên Îranê re bibin çareserî
Di çarçoveya projeya entegrasyona demokratîk de, hewl tê dayîn ku pirsgirêkên Kurdan bi her çar dewletên herêmê re werin çareserkirin. Pêvajoya ku bi Tirkiyeyê re bi pêş ketiye, ji aliyê Rêber Apo tê tê birêvebirin. Lê belê di aliyê dewletên din de hinek zehmetî xuya dibin. Ji ber şerê berdewam, Îran yek ji deverên sereke yên zehmetiyê ye. Ne rejîma hişk a Şîa û ne jî emperyalîzma Emerîkî nikare ji pirsgirêkên gelê Îranê re bibe çareserî. Heta ku Îranê di hundurê xwe de demokratîk nebe, nikare pêşveçûnek cidî bi dest bixe. Ger çareseriyek li ser bingeha cihêrengiya dewlemend a gel û baweriyan bi pêş bixe, dikare ji şer serkeftî derkeve. Guhertinên rejîmê yên ku ji aliyê hêzên derve ve tên ferzkirin ne azadkirina gelê Îranê ye, nirxandinên gel a di dema şer de û helwestên wan ên li hemberî Reza Pehlewî yê wekî alternatîfek hat pêşkêşkirin, vê yekê bi zelalî nîşan dide. Tevî ku di navenda ewqas êrîşan de ye jî Îran hê gelê xwe hedef digre. Mirov bi komî tên girtin û yên ku tên girtin tên darvekirin. Êrîşên leşkerî yên li dijî partiyên Kurd berdewam dikin. Mirovên sivîl tên qetilkirin. Jin bê nefes tên hiştin. Bi van hemû êrîşan re, balkişandina berdewam a bêçekkirina PJAK’ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ne di berjewendiya gel de ye. Di rewşa ku gel tê qirkirin de, tu wijdan û têgihîştin nikare danîna çekan qebûl bike. Ger rejîma Îranê tepeserkirina xwe ya navxweyî ya li ser gel bi dawî bike û bi Kurdan re projeyeke entegrasyona demokratîk hembêz bike wê demê stratejiyên têkoşînê dikarin werin nîqaşkirin. Lê belê wekî ku berpirsên PJAK’ê jî tînin ziman, di vê qonaxê de ji bo Rojhilatê Kurdistanê rojevên wiha derbasdar nîn in.
Li Sûriyeyê tevî nîqaşên li ser entegrasyonê jî hinek aliyên ne zelal hene
Li Sûriyeyê der barê temamkirina entegrasyona demokratîk a hêzên QSD’ê de daxuyaniyên fermî hatin dayîn. Lê belê hinek mijarên bi qeyran hene. Her çendî li ser entegrasyona YPJ’ê nîqaş hatine kirin jî hinek alî ne zelal in. Her wiha tê gotin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê dê tenê bi 3 saetan sînordar be. Her çendî Kurdan di çarçoveya entegrasyonê de hinek destkeftî bi dest xistibin jî ew hê wekî hêmaneke bingehîn a Sûriyeyê nayên dîtin. Her wiha pêkanînên zextker a li dijî baweriyên cuda û jinan berdewam dikin û êrîşên di vê alî de didomin. Ji aliyê dewletek ku hê xwe demokratîk nekiriye ve, ferzkirina van pêkanînan li ser Kurdan û bi taybetî der barê perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafên jinan de, ji entegrasyonê bêhtir helandin e. Ev nêzîkatî, di nava gel de dibin sedema nerehetiyek cidî. Rojava hêmaneke damezrîner a Sûriyeya demokratîk e. Di afirandina destûreke demokratîk a Sûriyeyê de xwedî ezmûneke girîng e û dikare di vê yekê de rol bilîze. Her çendî danûstandin berdewam bikin jî ya esas têkoşîn e.
Ji bo Şengalê nêzîkatiyên astengker ên dewleta Tirk hene
Wekî din li ser Iraqê û Başûr nîqaşên dijwar didomin. Li Iraqê ji bo hemû hêzên çekdar entegreya artêşê bibin, meha Cotmehê tê armanckirin. Entegreya hêzên YBS-YJŞ’ê ya hêza rewa ya parastina xwe ya gelê Êzidî jî di nava mijarên tên nîqaşkirin de ye. Rastiyeke ku gelek kes bi salan e ji fermanan hatine derbaskirin heye, meclîs û artêşa ku ev gel bi îradeya xwe ya azad ava kirine heye, ev yek hêza herî rewa ya herêmê ye. Li Şengalê Naskirina îradeya Meclîsa Gel a Şengalê ku demokrasiya herêmî temsîl dike, fermîkirina hêzên parastina xwe çareseriya bingehîn e. Ji bo Şengalê, nêzîkatiyên astengdar ên dewleta Tirk hene. Lê belê muxatabê sereke yê vê qadê dewleta Iraqê ye. Divê dewleta Iraqê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha pozîsyona xelkê Mexmûrê ya di nava sînorên Iraqê de cih digre jî bi vê pêvajoyê re bû mijara nîqaşê. Vegera gel a bi awayekî kolektîf û rêxistinkirî, ji destpêka pêvajoyê ve mijareke berdewam a nîqaşê ye. Tê zanîn ku axên wan hatine talankirin, gundên wan hatine wêrankirin, gefên cerdevanan berdewam dikin û milkê wan hatine desteserkirin. Bêyî çareserkirina van hemû pirsgirêkan, behsa vegereke bi rûmet nayê kirin.
Tevî ku demek dirêj e li Başûrê Kurdistanê hilbijartin tên lidarxistin jî hê hikûmet nehatiye avakirin. Ji ber îsrara serweriya malbatê û paşguhkirina daxwazên gel, sîstema siyasî jî di rewşeke bêçare de ye. Avakirina hikûmeteke yekîtiya demokratîk a li Başûr, çareseriya bingehîn a pirsgirêkên civakî û siyasî yên heyî ye. Her çendî hêzên demokratîk di vî warî de hewl dane jî nayê gotin ku encameke têrker hatiye bidestxistin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê her diçe rêjeya tundiya li dijî jinan û kuştina jinan zêde dibe. Hemû qadên ku jin xwe di warê siyasî û civakî de îfade bikin, ji holê tên rakirin. Yek ji çareseriyên bingehîn ên van hemû pirsgirêkan pêşxistina yekîtiya neteweyî ya demokratîk e. Her rêxistinek di vê warê de xwedî berpirsiyariyek e. Jin dikarin di vê mijarê de pêşengiyê bikin.
Bûyerên Narîn, Rojîn û Gulistanê nîşan dan ku rayedarên dewletê çiqas dejenere bûne
Geşedanên ku li herêmê tên jiyîn, herî zêde bandorê li jinan dikin. Jin di şeran de bi koçberiya bi darê zorê, birçîbûn û tundiya dewletê re rûbirû dimînin. Dewlet bi pergalên xwe yên dejenere, dibin kiryarên sereke yên tundiya li dijî jinan. Cînayetên Narîn Guran, Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş ên li Tirkiyeyê hatin jiyîn, nîşanî hemû kesan dan ku avahî û rayedarên dewletê çiqas dejenere bûne û çiqas di kuştina jinan de hevkar in. Ev rewşa hilweşînê ya di nava dewletê de li ser jinan encamên herî giran çêdike. Jin hem di bin tundiya dewletê de hem jî tundiya mêran de bi polîtîkayeke qirkirinê ya cidî re rûbirû ne. Zîhniyetên xespker ên li dijî destkeftiyên jinan, di meriyetê de ne. Rêber Apo, di mijara çareserkirina pirsgirêkên jinan de, pêwîstiya avakirina hiqûqa jinan anî ziman. Lewma, ferz dike ku divê di pêvajoya berdewam de jin jî di maseya danûstandinan de cih bigrin. Girîng e ku di komîsyonên hatine avakirin de temsîliyeta jinan hebe, tevgerên jinan wekî hêzeke rêxistinkirî beşdarî pêvajoyê bibin û komîteyên çavdêrî û şopandinê ava bikin. Dînamîka sereke ku dê pêvajoyê bigihîjîne serkeftinê, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e.