Xeta jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin

Li Rihayê Endamên Xeta Jinê ji bo balê bikşînin ser Rojvelat Kizmaz ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pankart daliqandin.

Riha- Endamên Xeta Jinê ku ji xwendekarên zanîngehê yên jin pêk tê, ji bo balê bikişînin ser mirina biguman a Rojvelat Kizmaz ku di 9’ê Sibatê de li Êlihê winda bû û cenazeyê wê piştî  3 rojan li Bendava Heskîfê hate dîtin, pankarta bi Kurdî “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandin.

Pankarta bi Kurdî a “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” bi jorbihûrka Bulwara Ataturkê ya navçeya Halîliye ya Rihayê ve hate daliqandin.