Xelkê Suweydayê bi biryar in: Em natirsin!

Jinên beşdarî xwepêşandanên li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê bûn bi gotina “Ev meydan yên me ne û em ê gotina xwe bêjin. Em natirsin." careke din dan zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên dê têkoşînê bidomînin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ku nifûsa Durzî lê zêde lê dijîn berdewam dikin. Bi sedan kesên ku li Meydana Karama kom bûn, di meha sêyemîn a çalakiyên xwe de daxwazên xwe yên "rûxandina rejîmê" û bicihanîna biryarên navneteweyî yên der barê çareseriya siyasî de dubare kirin.

'Ez bang li jinan dikim ku dengê xwe bilind bikin'

Mamoste Afaf Ebû Îsmaîl ku beşdarî çalakiyan bû, diyar kir ku jinên Suweydayê ji destpêka tevgera gel a li bajêr ve li qadan in û got ku ew daxwaza mafên xwe û mafên zarokên xwe dikin. Afaf Ebû Îsmaîl got, “Gelek ciwan ji ber şer û krîzan koçberî welatên cuda bûne. Em dixwazin jin bên destekkirin û wekheviya zayendî pêk were. Em dewletek hemwelatî dixwazin ku mafên mirovan mîsoger bike û rûmeta mirovan biparêze. Ez bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku li dijî hikûmeta Şamê rabin ser piyan, dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Divê jin dakevin qadan û ji bo mafên xwe daxwaza avakirina dewleteke demokratîk bikin."

'Em dixwazin hikûmet bê hilweşandin'

Amîna El-Hetîb jî diyar kir ku bandora jinan di çalakiyan de ji roja ewil û vir ve mezin bûye û wê dakevin qadan û got, "Em daxwaza azadî, wekheviya jinan, azadiya jinê û rûxandina desthilatdariyê dikin. Ev rejîm rejîmeke qatil e. Mînaka vê jî bûyera El Mükrin El Şarki ye ku Suweydayê şahidî ji wê re kir. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan bi destê DAIŞ’ê. Gundan banga alîkariyê kirin, lê hikûmetê dengê wan jî nebihîst. Heta daxwazên me neyên cih em ê li qadan bin."

‘Hikumet terorê diafirîne’

Heba Grarz El-Dîn diyar kir ku ew li dijî neheqiyê serî hildane û wiha got: "Êdî em nikarin xwe li ber tiştên ku em tê re derbas dibin rabigirin. Ewlehiya me tune ye, bihayên bilind bandoreke neyînî li kalîteya jiyana me kiriye. Yê ku terorê diafirîne hikumet e. Ji ber vê jî erka wê parastina gel e. Ez bang li hemû jinan dikim ku biçin çalakiyan û çalakiyan bikin. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya xwe û jinavbirina terorê dikin."

'Em dixwazin nifşekî nû mezin bikin'

Buthaina Chetti got, "Ev tevger dê bidome" û wiha got: "Ev qadên me ne û em ê gotina xwe bibêjin. Em natirsin. Em jinên xwedî azadî û rûmet in. Em dixwazin mafên xwe bi dest bixin û wekheviyê pêk bînin. Ji neheqiyê re na. Ji kuştinê re na, ji gendeliyê re na. Li Sûriyê edalet, azadî tune. Jiyanek bi rûmet tune ye. Em dixwazin daxwazên me bên pêkanîn. Em dixwazin nifşek nû li ser edalet û wekheviya zayendî mezin bikin."

'Divê daxwazên me yên azadî û rûmetê neyên biçûkxistin'

Mamosteya xanenişîn Munîra El-Eqbanî got ku jinên ku ji ber krîzên welat û bi taybetî xirabûna şert û mercên jiyanê ji yên din zêdetir êş kişandine, roleke mezin di domandina vê tevgerê de lîstin. Munîra El-Eqbanî got, “Ez daxwaz dikim ku hemû jin bi hev re bin, bibin yek û têkoşînê bilind bikin. Mafê me heye ku em derkevin qadan û daxwaza mafê xwe bikin û fikrên xwe bînin ziman.”