Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide

Xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 11 roj in bênavber li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike bi şev û roj li ber xwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Mexmûrê bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Xelkê Mexmûre jî li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe di roja 11’emîn de didomîne.

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê dane jî leşkerên Iraqê hewl didin li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kûleyan danin. Her wiha bi taybetî dixwazin bîra avê ya wargehê desteser bikin û avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike.

Lê berxwedana gelê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê 11 roj in bi şev û roj  di bin şert û mercên hewaya germ de bênavber berdewam dike û di konên berxwedanê de li ber xwe didin.